Mexlûf ji Esed re: Çete û dewlemendên şer gefên xwe pêk anîn

Karsazê sûrî Ramî Mexlûs ji serok Beşar Esed re peyamek şand, tê de nivîsî ku çete û dewlemenên şer mal û milkên wî bi peyman û wekaletên sexte firotin. Mexlûf der barê gendileya çêdibe de, Esed rexne kir.

Mexlûf ji Esed re: Çete û dewlemendên şer gefên xwe pêk anîn
10 ÇILE, 2021   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Mexlûf li ser rûpeleya xwe ya tevna civakî peyam ji Esed re nivîsî û tê de wiha got: "Çete û dewlemendên şer gefan li min dixwin. Ji ber min şîrket û milkên xwe nedan wan. Lê bi wê re milk, şîrket, mala min û mala zarokên min bi peyman û wekaletên sextet firotin."

Mexlûf wiha ji Esed re axivî: "Heke, birêz serok tu vê yekê razî ye, tu gotinên min piştî wê tune ne."

Mexlûf her wiha di peymana xwe de got ku "çete" li vê dawiyê rêbazeke nû bi kar anî, peyman û wekaletên firotin û qeydkirina wê bi dîrokên kevn, sexte kirin "Mijar gihişt asta ku mala tê de rûniştime jî bi peymaneke sexte firot. Lê belê bi wê tenê nekirin, piştre mal û milkên zarokên min jî firotin. Beriya van pêk bînînin gef li min xwaribûn ku heger em tiştên ku dixwazin, di nav de mala em lê dijîn nedin wan, dê her tiştî bi zorê bibin."

(fr)