Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir

Meclisa Giştî ya PYD’yê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist, tê de xebatên par nirxandin û her sê têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir
Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir
Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir
Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir
Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir
Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û komkujiya Parîsê şermezar kir
9 ÇILE, 2021   20:10
BEYRÛT

Bi beşdariya bi dehan delgeyan, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a li Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û xebatên xwe yên 2020’an nirxandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Şervîn Cûdî axivî û wiha got "Hebûna jin Kurd a gewre û têkoşer li ser desthilatên Tirk xetere ye. Ji lew re desthilatên Tirk her sê têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin. Her wiha şehîd Sakîne Cansiz metod û felsefeya rêber Ocalan temam kir, ne ji wê bûya me nikarî heta vê demê li ber xwe bida."

Dûvre endama Koordînasyona Kongreya Star Netewî Xemgîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û ev tişt got: "Armanckirina her sê têkoşeran, komploya dewaleta Tirk û dewletên cîran bû. Her tima em banga lêpirsîna dewleta Tirk û dewletên pê re beşdarê vê komployê bûne dikin."

Seroka Komeleya Newroz a Çanda Civakî a Lubnanê Henen Osman komkujiya li Parîsê ya li dijî her sê têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar kir û got ku her sê têkoşeran bi hemû hêza xwe ji bo welatekî azad û rizgarkirina gelan ji zordariyê têkoşiyan.

Endamê meclisên PYD’ê yên Lubnanê Serhet Çolî wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze nasnameya her kesê/a ku xwesteka mafên xwe yan jî mafên gelê xwe dike, biçewisîne. Ji lew re her sê têkoşerê şehîd xistin. Ji ber li gorî wê, her sê têkoşer xeteriyeke mezin li ser siyasetên wê bûn."

(fr)

ANHA