Li rojavayê Reqayê çalakiyek prostestoyî li dijî êrişên dewleta Tirk

Bi dirûşma "Tunekirina hêzên Tirk û avakirina Sûriyeyek pirrengî nenavendî û demokratîk" Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê çalakiyek protestoyê li dar xist.

Li rojavayê Reqayê çalakiyek prostestoyî li dijî êrişên dewleta Tirk
Li rojavayê Reqayê çalakiyek prostestoyî li dijî êrişên dewleta Tirk
Li rojavayê Reqayê çalakiyek prostestoyî li dijî êrişên dewleta Tirk
Li rojavayê Reqayê çalakiyek prostestoyî li dijî êrişên dewleta Tirk
Li rojavayê Reqayê çalakiyek prostestoyî li dijî êrişên dewleta Tirk
9 ÇILE, 2021   13:20
 REQA

Bi sedan şêniyên gundê El-Reşîd û endamên meclisên herêmî yên gundewarên rojavayê Reqayê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li pêşiya Şaredariya Gel a li navrasta gund kom bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hildan û bi berzkirina sloganan, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2021/01/09/122515_reqa-calaki-28429.webp

Di çalakiyê de bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê serokê partiyê şaxê gundewarên rojava Ehmed Ebdulbasit û bi navê meclisên gundewarên rojava hevseorkê Meclisa Gitşî ya xeta rojava Ebdulxefûr El-Dêf axivîn.

Axaftivanan êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û berxwedana QSD`ê ya ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û navçeya Eyn Îsayê bi taybet silav kir.

Axaftvanan piştrast kir ku her êrişek li dijî Eyn Îsayê, êrişek li dijî ewlehiya li herêmê ye û bêdengiya hêza garantor Rûsyayê şermezar kir ku ji destpêka êrişên li dijî Eyn Îsayê ve bê deng e.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran berxwedana QSD û şehîdan silav kir .

(şx)

ANHA