Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Reqayê ya bi diruşmeya "Bi greva xwe ya birçîbûnê em ê qeydên tarî bişkînin" di roja duyemîn de bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya jinên Reqayê bi dawî bû
8 ÇILE, 2021   15:59
REQA

Çalakiya greva birçîbûnê ya 55 jinên Reqayê di roja duyemîn de bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû. Gelek şande serdana çalakgeran kirin.

Jinên ji Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demorkratîk (MSD), Nivîsgeha Jinan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û meclisên jinan ên bajar tev li greva birçîbûnê bibûn.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn endama hêzê Hela Yûsif û bi navê Hêzên Parastina Civakî Firyal Muemer axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku girtina têkoşer Leyla Guven binpêkirina qanûnên navneteweyî  peymanên hiqûqî ye, her wiha tirsa dewleta Tirk ji têkoşîna jinên azad nîşan dide.

Her wiha hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku dengê jinên azad ên ku banga azadî, demokrasî û biratiya gelan dike rawestînin.

Piştre jinên di grevê de daxuyaniyeke bi raya giştî re parve kir. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê Ewatif El-Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi giyanekî, bi dengekî, bi moralekî bilind û bi serbilindahî em li vir kom bûn û dibêjin ku ji welat tiştekê buhatir nine. Di heman demê de em grava xwe ya birçîbûnê ya ku bi diruşmeya 'Bi grava xwe ya birçîbûnê em qeydên tarî bişkînin' hat li dar xistin û du rojan li pey hev dewam kir, bi dawî dikin.

Em bejda xwe li hemberî ber giyanê şehîdên leheng û jinên têkoşer ên ku ji bo mafên jinan têdikoşin, ditewînin. Em jinên bajarê Reqayê hewl didin bi grava xwe ya birçîbûnê ji cîhanê re îsbat bikin û sûc, komkujiyên hovane û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bikin.

Di dema dawî de, dewleta Tirk siyasetên xwe yên li dijî jinan girantir kir û jinên têkoşer ên ku asta berxwedanê li hemberî terora osmanî ya wehşî bilind kirine, dike hedef. Ji xwe jinan ne bi çek lê bi gotina heqiyê têdikoşin.

Ji warê berxwedanê, em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, qadên navneteweyî û tevahî dewletên cîhanê dikin ku li hemberî lîstokên hikumeta Tirk bisekinin û derbarê biryara zalimane ya li dijî têkoşer Leyala Guven a ku destanên lehengî û fedkariyê nivîsand da ku ji hemû jinên cîhanê re bibe pêşeng, bigire."

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinên di girtîgehên dewleta Tirk de hatin berzkirin.

ANHA