YPG û YPJ'ê bi malbatên şehîdan re civiya

Ji bo bîranîna şehîdên kantona Hesekê, YPG û YPJ'ê bi malbatên şehîdan re civiya. Di civînê de soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.

8 ÇILE, 2021   16:18
HESEKÊ

Civîn bi beşdarbûna zêdeyî 400 malbatên şehîdan ên tevahî herêmên kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî bi hola Selam a bajarokê Sifeya ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Albîn Harûn bi xêrhatina malbatên şehîdan kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Albîn Harûn got: "Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk."

Bi navê fermandariya Giştî ya YPG'ê Delîl Ceref jî axivî û wiha got: "Dayikên şehîdan dayikên tevahî mirovahiyê ne, ji ber ku parçeyek rihê xwe di oxira rizgarkirina herêmê ji dagirekran de dan."

Delîl Ceref soz da dayikên şehîdan ku ew ê tola zarokên wan ên şehîd rakin, dagirker û dijminên mirovahiyê muhasebe bikin.

Delîl Ceref bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li kêlka hêzên YPG, YPJ û QSD'ê bisekinin ta tevahî deverên dagirkirî rizgar bikin.

Bi navê Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Murad jî axivî, êrişên dewleta Tirk ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got, dewleta Tirk hewl dide şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.

Piştre sinvevîzyonek li ser şehîdên kantona Hesekê hate pêşandan.

Civîn bi stranên koma Şehîd Zîlan a navçeya Dirbêsiyê bi dawî bû.

ANHA