Meclisa Leşkerî ya Suyaniyan di salvgera 8`emîn de soza domandina xebatê da

Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan salvegera 8`emîn a damezrandina meclisê li malbatên şehîdan û şervanan pîroz kir.

Meclisa Leşkerî ya Suyaniyan di salvgera 8`emîn de soza domandina xebatê da
8 ÇILE, 2021   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan bi boneya salvegera 8`emîn a damezirandina meclisê peymanek weşand. Di peymanê de hate gotin: "Îro salvegera damezrandina Meclisa Leşkerî ya Suyaniyan e, ev salvegera gewre ku bi em  hatina wê mezin dibin û pêş dikevin."

Di peyamên de de salvagera damezirandina meclisê li malbatên şehîdan û şervanan û tevahiya gelan hate pîrozkirin.

Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan di dawiyê piştgiriya xwe bi hemû xebatên doplomatîk ên bi armaca çareserkirina aloziyê ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê razî bin, nîşan da. Her wiha soza domandina parastina xak û gelên herêmê da.

(eh)

ANHA