Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Umer Ridwan Ecan li goristana Şehîdan a başûrê bajêr hate veşartin.

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ecan spart axê
7 ÇILE, 2021   15:21
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Umer Ridwan Ecan ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwaneke girseyî ber bi goristana Şehîdan a başûrê bajar ve ketin rê.

Li goristanê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê turaneke leşkerî li dar xist û deqeyeke rêz hate giritn.

Dûvre endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Hemadî wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên qehreman û dayikên şehîdan ditewînin. Em li hember dijminan mertal in û li ser rêça şehîdan in."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Werde Ehmed jî wiha got: "Em gelê xwe yê ku ev ciwan anîne dinyayê û piştre tev li karwanên şehîdan bûne, pîroz dikin. Ji ber van şehîdan rêgezên azadî û jiyana hevbeş ava kirin."

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî wiha diyar kir: "Ev welatê me ye, em ê bi hemû hêzên xwe parastina wê bikin. Bi saya ciwanên me yên qehreman ên di eniyên şer de em ê azad bijîn."

El-Maşî da zanîn  ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira avakirina neteweya demokratîk û biratiya gelan de canê xwe didin.

Di berdewama merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olan a Minbicê Elî Cimîlî axivî ku şehîdan canê xwe di oxira rizgarkirina welat de ji qirêjiya terorê û ji bo azad bijîn, da.

Cimîlî got ew bi ciwanên xwe yên şehîd serbilind in û wiha domand: "Me ji şehîdan vîna xurt a li hember dagirkeran, wergirtiye."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya Umer Ridwan Ecan radestî malbata wî kir û piştre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan de hate veşartin.

(fr)

ANHA