Malbatên şehîdan:Em hevkariya PDK bi Tirkiyê re li ser hesabê xwîna gêrîlayan qebûl nakin

Malbatên gerîlayên şehîd nerazîbûn nîşanî êrişên hêzên PDK`ê yên li dijî gêrîlayan dan û pirsîn: “Hûn ji komkujiya Helebçeyê fêr nebûn? Gelo we komkujiya Şengalê ji bîr kir?”

Malbatên şehîdan:Em hevkariya PDK bi Tirkiyê re li ser hesabê xwîna gêrîlayan qebûl nakin
26 kanûn, 2020   05:29
KOBANÊ

Bertekên li hemberî tevger û êrişên çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî hêzên gerîla li herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

Derbarê mijarê de malbatên şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku ew êrişa dawîn a PDK`ê ya li dijî gerîla red dikin.

Li gorî daxuyaniya HPG`ê di encama êrişa PDK`ê ya hefteya borî de ya li nêzî gundê Sergelê yên navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, 3 gerîla birîndar bûn.

Bavê şehîd Şoreş Xelîl Ehmed, destnîşan kir ku gerîla ji bo doza Kurd û mirovahiyê dev ji malbatên xwe berdan. Niha jî gerîla ne tenê her çar parçeyên Kurdistanê, heman demê Rojhilata Navîn jî diparêzin. Ehmed wiha domand: “Dema Şengal bi çeteyan re rû bi rû hate hiştin, tenê gerîla ew parast.”

Ehmed diyar kir ku gerîla li her derê, ji bo wekhevî û edaletê li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Kurê min ne tenê ji bo parastina parçeyekê şehîd ket, lê belê ji bo parastina tevahiya axa Kurdistanê şehîd ket. Piştre keça min çeka birayê xwe rakir û rêya wî şopand. Em hemû şopdarên rêya şehîdan in.”

Xelîl Ehmed bi bîr xist ku Goristana Şehîd Dîcle şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku Kobanê parast û ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, hemêz dike û PDK`ê muxtab girt û got: “Gelo we komkujiya Şengalê ji bîr kir?”

Ehmed di dawiya gotinên xwe de tevgerên PDK`ê rexne kirin û got: “Gerîla ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê dikoşe. Divê hemû ji şerê birakujî dûr kevin ji ber ku em hemû Kurd in.”

Azad Hisên Hemdo Berkel bavê şehîd Xebatkar got: “Kurê min ne tenê ji bo malbata xwe, lê belê ji bo tevahiya gelê Kurd tê koşiya. Lewra divê Kurd xwedî li şehîdên xwe derkevin. Li ser bingehên layîqî fedekariyên şehîdan, kar bikin.”

Berkel piştrast kir ku divê Kurd bibin yek û piştgiriya hev du bikin da ku xewnên şehîdan pêk bînin û wiha domand: “Em partiyan ji hev cuda nakin. Em hemû bira ne û yek gel in. Divê aliyên Kurd li ser vê esasê tev bigerin.”

Berkel di dawiyê de piştgiriya PDK`ê ji dewleta Tirk re li ser hesabê xwîna gerîla red dikin û  got tevgerên PDK`ê şaş in û divê li xwe vegere.

Dayîka şehîd Mihemed Daban, Meqbûle Elî Xidir got: “Tu ferq di navbera hêz û partiyên Kurd de tune ye. Em hemû bira ne, çi gerîla yan pêşmerge yan jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Hemû şehîdan ji bo parastina Kurdistanê şehîd ketin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iADtV1ZWzQc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>