Deraa; hevsengiyên zirav û ihtîmala şerekî herêmî

Şîrovekarê siyasî Nesir Ferwan têkildarî rewşa parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê û çarenûsa wê got: "Başûr hîna herêmeke gur e, dibe ku bi salan wisa bimîne û çarenûsa wê ne girêdayî îradeya hikumeta Sûriyê, lê belê girêdayî siyaseta herêmê ye."

Deraa; hevsengiyên zirav û ihtîmala şerekî herêmî
19 kanûn, 2020   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN – DÎCLE EHMED

Li parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê ya nêzî sînorê Sûriyê- Urdinê, bûyerên kuştin, êrişên çekdarî, teqîn, siûqest rû didin.  Li aliyekî din xwepêşandanên şêniyan ên ji ber bernedana girtiyan û qebûlnekirina kiryarên hêzên siyasî û ewlehî li ser van bûyeran zêde dibin.

Sedemên nearamiya Deraayê ew e ku gelek hêzên bi nakok hewl didin dest deynin ser vê parêzgeha dîrokî ya herêma "Horanê" ku ji (Deraa, Siweydaa û Quneytra) pêk tê. Li vê herêmê hêzên hikumeta Şamê, hêzên alîgirên Îranê û komên ser bi Rûsyayê ve hene ku her aliyek xwedî armancên taybet in.

CIHÊ JEOPOLÎTÎK

/kr/uploads/files/2020/12/19/070341_060122_nsr-frwan.webp

Herêmên başûrê Sûriyê, bi taybetî Deraa û Quneyatra di pêvajoya bûyerên aloziya Sûriyê de xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Çirûska şoreşa Sûriyê ya 2011'an li Deraayê dest pê kir, anku beriya ku şoreş ji xeta xwe ya aştiyane derkeve û veguhere çekdarî. Di heman demê de ev parêzgeh xwedî cihekî stratejî ne ku herêmên başûrê Sûriyê bi yên navîn ve girê dide. Her wiha li ser sînorê Sûriyê, Urdin, Filistîn, Lubnan û sînorê Colan a dagirkirî ve dikevin. Di heman demê de nuqteya ku herêmên Sûriyê bi paytexta wê Şamê ji aliyê rojava ve û sînorê Urdin, Filistîn û Lubnanê ji aliyê başûr ve girê dide.

Girêdayî mijarê, şîrovekarê siyasî, Nesir Ebdulrezaq Ferwan ê ji Deraayê ji ANHA'yê re axivî.

Ferwan got: "Cihê jeopolîtîk ê başûrê Sûriyê bi giştî û Deraayê bi taybet xwedî roleke mezin e. Bûyerên ku di destpêka serhildanê de li vê herêmê rû dane û cihê wê yê jeopolîtîk hişt ku ev herêm ji gelek hêzan re bibe qadek. Şer an hegemonî, an êrişa çandî mîna (Kampanyaya şîetiyê ya ku ji hêla Îranê ve hatî meşandin) an bazirganiya madeyên hişbirê nîşaneyên vê yekê ne."

Xwezaya başûrê Sûriyê bilindahî ye, ji ber vê yekê hişt ku bibe hembêzgehek hêsan ji gelek hêzan re. Dibe ku ev ji sedemên sereke ye hêzên girêdayî Îranê, hêzên girêdayî Hizbullaha Lubnanê, endamên Rûsyayê, her wiha endamên opozisyonê yên ku di lihevkirinên 2018'an de dilsoziya xwe bi Rûsyayê re ragihandin, dîsa jî kesên girêdayî koma Îxwan El-Muslimîn, bi taybet Eniya Kar a Îslamî ya Urdinê ya ku li bajarê Irbid ên Urdinê yê nêzî Deraayê xwedî hêzeke xurt e, li ser pev bikevin.

Ferwan destnîşan kir ku hemû hêzên biyanî yên di mijara Sûriyê de çalak in, hewl didin hebûna xwe li vê herêmê xurt bikin.

'HEVSENGIYEKE ZIRAV, DIBE KU BI ŞEREKÎ HERÊMÊ ENCAM BIDE'

Ferwan sedema şerê li başûrê Sûriyê dispêre van xalan "Tevgera rejîm, opozisyon, hêzên derve, komên xwecih li herêma şer a bi nakok" destnîşan kir û wiha domand: "Her guhertineke di vê hevsengiya zirav de dibe ku bibe sedema şerekî herêmî nû. Başûr hîna herêmeke gur e, dibe ku bi salan jî wisa bimîne û çarenûsa wê ne girêdayî îradeya hikumeta Sûriyê, lê belê girêdayî siyaseta herêmê ye."

PEYMANA SALA 2018'an

Li gorî lihevkirina navîna sala 2018'an a di navbera Urdin, Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de, hebûna Îranê bi kûrahiya 80 km ji sînor were dûrxistin. Ji bo pêkanîna vê yekê Feyleqa 5'an a girêdayî Rûsya hate erkdarkirin. Feyleqa 5'an komeke çekdar girêdayî opozisyona Sûriyê ye û di lihevkirina sala 2018'an dilsoziya xwe bi Rûsyayê re ragihand. Di encamê vê peymanê de deriyê nakokiyên berfireh li ser serwerî û hegemoniyê di navbera Rûsya û Îranê de vebû.

Şîrovekarî siyasî Nesir Ebdulrezaq Ferwan got: "Rûsya bi hemû hêza xwe dixebite da ku rê li ber derbasbûna Îranê ji başûrê Sûriyê bigire. Diyar e ku hêza Rûsya diyarker e, nîşane hene ku hêzên çekdar ên alîgirên Îranê û yekîneyên ewlehiyê yên artêşa Sûriyê li rêbazan digirin ku çarçoveya hebûna xwe li başûr berfireh bikin."

ŞERÊN VEŞARTÎ Û ARMANC ZELAL E

Li gorî Ferwan "Li Deraayê niha şerekî veşartî di navbera Rûsya û Îranê de heye, her wiha di navbera milîsên herdu aliyan de hesab hene. Şerê ku ev 10 sal in li Sûriyê rû dide ne tenê di navbera rejîm û opozisyonê de ye, lê belê veguherî şerê di navbera milîsên girêdayî Îran û Rûsyayê de. Piştî du sal li ser vegera hêzên rejîma Sûriyê li Deraayê, rewşa nearamî li parêzgehê vegeriya, di vê çarçoveyê de bûyerên kuştin, êrişên sûîqestî, teqîn û hwd.. rû didin. Herkîna xwînê ya ku Deraa û şêniyên wî êşa wê dikişînin, didome."

HEWLDANÊN LAWAZKIRINA HEBÛNA ÎRANÊ

Têkildarî hewldanên lawazkirina hebûna Îran li başûrê Sûriyê, Nasir Ebdulrezaq Ferwan ev tişt got: "Şerê di navbera aliyên opozisyon û rejîmê de gur dibe. Her wiha pêşbaziyeke navdewletî ya hebûna Rûsya û Îranê li herêmê heye. Dîsa şerekî veşartî di navbera Feyleqa 5'an a girêdayî Rûsya û û Furqeya 4'an a nêzî Îranê de heye."

Li beramberî vê yekê Îranê hewldanên dûrxistina wê ji başûr û gelemperiya Sûriya red dike. Derbarê vê yekê de Ferwan wiha didomîne: "Armanc ji vî şerî ew e ku her aliyek hewl dide serweriya xwe bi temamî li parêzgehê ferz bike. Piştî ku hêzên Feyleqa 5'an hebûna xwe li ser erdê sepand, Furqeya 4'an di demên dawî de vegeriya qadê.  Li beramberî vê yekê, hîna şansê Rûsyayê ku bi rêya Feyleqa 5'ê tevdigere.”

Piştî hêrsa gel a li dijî hikumeta Şamê, Rûsya hewl da ku xwe li Deraayê bide qebûlkirin, kongreya penaberan a di meha borî li Şamê hate lidarxistin, her wiha di  bûyerên li bajaroka Kerk a rojhilat a ku aliyê hikumeta Şamê ve hate dorpêçkirin de encamên vê yekê ye. Di bûyera navborê de Rûsya rola navbeynkar lîst û bi wê navbeynkariyê kesên ku ku di salên şoreşa Sûriyê de ji aliyê hikumetê ve hatibûn girtin, hatin berdan.

Ferewan diyar kir ku "Alozî hîna berdewam e, rêjeya kuştin, teqîn, revandin, esyana sivîlan zêde bûne, tevahî şêniyên herêma Deraayê tedbîrên çareseriyê qebûl nakin. Her wiha sedemên tundiya li parêzgeha Deraa û deverên girêdayî wê cûda ne. Rûsya û Îran hêzeke girêdayî xwe li başûrê Sûriyê, li ser sînorê bi Urdin û Cola sûrî ya dagirkirî re ava kirin. Di heman demê de pêşbirka nerasterast a di navbera herdu aliyan de li ser herêmê didome. Ji ber vê yekê rewşa nearam belav dibe."

HÊRSA GEL

Li hemberî rewşa ne aram, nemaze piştî lihevkirina di navbera opozisyonê ji aliyekî ve û hikumeta Sûriyê bi zexta Rûsya ji aliyekî din ve ku ji aliyê beşên li herêmê hate neqebulkirin hêrsa gel didome.

Ferewan derbarê vê yekê de got: "Binpkirina rejîmê lihevkirinên çareseriyê bi komên opozisyonê re ji sedemên domandina tundî û ne aramiyê ye. ji wê zêdetir Rûsya ya ku garantî da lihevkirin û rola navbeynkar ji bo bidawîkirina nakokiyan herdu aliyan bi bin ket."

ALOZIYA ABORÎ

Ya ku rewş aloztir kir, krîza aborî, kêmbûna madeyên sereke wekî nan, gaz, sotemenî, bilindbûna bihayê kel û pelan e. Li beramberî vê rewşê, hikumeta Şamê tu çareserî ji vê krîzê re nedît ku ya herdî dijwar di dîroka Sûriyê de ye.

Di vê çarçoveyê de şîrovekarê siyasî diyar dike ku ji sedemên xirabûna rewşa ewlehî "Krîza aborî û nebaşbûna rewşa jiyanî ye ku heya niha didome, her wiha dorpêça li ser herêmên rejîmê hatiya ferzkirin a ji ber cezayên qanûna Qeyser a Amerîka ye û xwepêşandamên şêniyan ên li hemberî vê rewşê ye."

Şîrovekarê siyasî Nasir Ebdulrezaq Ferewan texmîn dike ku "Li gel berjewendiyên bi girêg ên di navbera hêzên dijber û pêşebaz de ên li ser parêzgehê û herêmên dîtir dê krîza bê aramî zêdetir bibe. Ji ber rejîm erkên xwe yên li beramberî welatiyên Deraayê bi cih nayine û hewl dide di nakokiyên xwe yên bi hêzên xwecihî re pişta xwe bi hêzên derve xurt dike. Li aliyekî din jî bi hişmendiya xwe ya kevin nêzî aloziyê li herêmên xwe dibe û hebûna hêzên biyanî li başûrê Sûriyê disepîne."

(bb)

ANHA