​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn 46 kesên bersûc girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê di operasyoneke paqijkirinê de 46 kes ku ji bo edaletê dihatin xwestin, girtin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn 46 kesên bersûc girtin
18 kanûn, 2020   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me sehra roja Înê 18'ê Kanûnê, di operasyoneke berfireh a paqijkirinê de hejmarek mezin a kesên ku bi tawanên cuda ji aliyê hêzên me ve dihatin xwestin, girtin.

Hemû beşên hêzên me yên ewlehiyê; Hêzên Asayîşa Jinê, Hêzên Operasyon û Hêzên Taybet (HAT) beşdarî operasyona paqijkirinê ya li herêmên gundewarên rojhilatê bajarê Qamişlo û gundên navçeya Tirbespiyê bûn, da ku kesên ku sûc pêk anîne û ji bo edaletê têne xwestin bigirin.

Bi koorîndeyeke rasterast bi Dadgeha Giştî û meclisên Edaleta Civakî re, operasyona paqijkirinê saet 04:00'ê destê sibê dest pê kir. Di encamê de hêzên me 46 kesên ji bo edaletê dihatin xwestin, girtin.

Hêzên me di girtina kesên ji bo edaletê têne xwestin û parastina ewlehî û aramiya herêmên me de berdewam in."

ANHA