YE`yê: Ger Tirkiye weha berdewam bike, em ê cezayên tund lê bibirin

Koodînatorê Siyaseta Karên Derve ya YE`yê Josep Borrell îro piştrast kir ku ajandeyên derve yên Tirkiyê ne li gorî siyasetên Yekitiya Ewropa ne. Borrel behsa girtina cezayên tund ên li dijî dewleta Tirk kir.

YE`yê: Ger Tirkiye weha berdewam bike, em ê cezayên tund lê bibirin
18 kanûn, 2020   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Koodînatorê Siyaseta Karên Derve ya YE`ê Josep Borrell, îro bang li Tirkiyê kir ku dev pêkanînên xwe yên dijminane berde, ji ber ne li gorî berjewendiyên Ewropa ne.

Borrel di gotarekê de ku li ser malpera YE`yê hate belavkirin destnîşan kir ku heke Tirkiyê nêzîkatiyên xwe yên dijminane berdewam bike, ew ê cezayên tund li dijî wê bibire.

Borrel da zanîn ku siyaseta ku Enqereyê li deryaya Spî dimeşîne bandoreke neyînî dike û destnîşan kir ku ajandeyên Tirkiyê yên derve ne li gorî siyasetên YE`yê ne.

(eh)