Li Yemenê hikumeta nû hate avakirin

Ajansa Nûçeyan a Yemenê îro, eşkere kir ku bi derketina biryara komarî re dê hikumeta yemenî ya nû ava bibe û nav li endamên wê were kirin.

Li Yemenê hikumeta nû hate avakirin
18 kanûn, 2020   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara avakirina hikumetê, piştî şopandina "Destûra Komara Yemenê, însiyatîfa Meclisa Hevkariya Kendavên û encamên diyalogên niştimanî û peymana Riyadê" pêk hat.

Serokê Hikumeta Yemenê yê nû Mûîn Ebdulmelek got "Baweriya me bi desteka birayên me yên li qiraltiyê û dewletên hevalbendên piştevaniya rewabûnê xurt e."

Abdulmelek li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê daxuyand ku "Hikumeta ku hatiye ragihandin li pêşberî berpirsyariyên dîrokî, karekî lezgîn û cidî, nêrîneke niştimanî berfireh, bernameyeke zelal û durist a siyasî û aborî û rêveberiyeke xurt e, da  ku dawî li darbeyê bîne, dewletê vegerîne, aramiyê misoger bike, saziyan ava bike, madeyan geş bike û li hemberî gendeliyê bisekine û rewşa xizmetguzariyê baş bike."

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî pêkanîna hikumeta Yemenê ya yasayî û Meclisa Demkî ya başûrî ji peymana Riyadê re pêşwazî kir.

(eh)