TEV-DEM: Em hêvî dikin ku cejna Êzî bibe navgîna diyaloga biratiyê

TEV-DEM`ê cejna Êzî, li civaka êzidî û pêkhateyênherêmê pîroz kir. Di heman demê de komployên domdar ên li dijî êzidiyan li Şengalê şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku olên kêmar di sêrî de êzidiyan ji komkujiyan biparêzin.

TEV-DEM: Em hêvî dikin ku cejna Êzî bibe navgîna diyaloga biratiyê
17 kanûn, 2020   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya cejna Êzî daxuyaniyek da û cejn li civaka êzidî pîroz kir.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

Êzidî piştî rojiya 3 rojan, cejna Êzî pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya xêr, aştî û biratiyê di navbera tevahiya gelên herêmê de.

Êzidî li Kurdistanê û derveyî welêt, her sal mîna vê demê, li gorî salnameya rojhilatî cejna Êzî pîroz dikin. Li gorî mîteolojiya êzidîyan, Êzî gerdûn afirand û jê rok, hêv, şev, roj, xweza, jiyan, vîn, mirov, bawerî û pêbawerî ava kirin.

Ev cejn di pêvajoyek hesas û dijwar de ku civaka êzidî bi taybet û Kurd bi giştî ji ber lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker,  tê re derbas dibin, tê pîrozkirin. Ev lihevkirin ferman û komployên din ji bo tunekirina hebûna êzidî li herêmê di nava xwe de dinuxmîne. Aliyên vê lihevkirinê ji berpirsyariya exlaqî ji bo parastina êzidiyan li Şengalê di dema êrişên DAIŞ`ê revîn. Ruxmî ku di dirêjahiya 6 salan de şengalî gelek azar kişandin lê wan aliyan, tu destekek mirovî yan jî lojistîk ji gelê êzidî re li Şengalê pêşkêş nekir.

Alî jî ev in: hikumeta Bexda bi Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) re bi rêya desteka dewleta Tirk û bi armanca tunekirina mîrasa dîrokî ya berxwedan û talankirina heêrmê mîna ku li Efrîn û Serêkaniyê kiriye, hewl didin vîna êzidiyan bişkînin û nirx, çand û dîroka wan înkar bikin.

Em careke din civaka xwe ya êzidî pîroz dikin, em hêvî dikin ku ev bone bibe wesîleya destpêkirina diyagloga biratî ji bo bidawîkirina xewnên osmaniyan û vegerandina şahiya cejnan.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyî olî di sêrî de Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî bi cih bînin û kêmneteweyên olî û tevahiya pêkhateyên herêmê biparêzin. NY`î fermana 2014`an bi qirkirinekê li dijî êzidiyan bi nav kir.

(şx)

ANHA