​​​​​​​Çalakvanên Kurd nerazîbûn nîşanî ''Belgeya kar'' a opozisyonê nîşan da

Çalakvanên Kurd ên sivîl nerazîbûn nîşanî belgeya kar da ku şandeya "Opozisyona Sûriyê" ji Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê re şandiye û tê de behsa mafên netewa Kurd nake.

​​​​​​​Çalakvanên Kurd nerazîbûn nîşanî ''Belgeya kar'' a opozisyonê nîşan da
8 kanûn, 2020   15:06
QAMIŞLO

Bi dehan çalakvanên sivîl ên Kurd li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê çalakiyek li dar xist û nerazîbûn nîşanî belgeya kar a ku şandeya "Opozisyona Sûriyê" ji Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê re şandine da. Di belgeya kar a ku şandeya opozisyona Sûriyê pêşkêşî komîteyê kiriye behsa mafên netewa Kurd nake.

Çalakvana bi navê Şemis Enter got: "Ji berî salekê ve nivîsandina destûra Sûriyê ya nû dest pê kiriye, ev yek ji çareseriyên siyasî ye ku dê li Sûriyê were pêkanîn. Berî çend rojan jî şandeya opozisyonê belgeyek pêşkêşî komîteya nivîsandina destûrê kir. Lê di vê belgeyê de behsa mafên netewa Kurd nehatiye kirin."

Şemis Enter diyar kir ku Kurd li ser axa xwe ya dîrokî dijîn, û gelek fedekarî û bi hezaran şehîd dan û mafên wê ye ku xwe bi rêve bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bxUpZG_Arpg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>