Mihemed Cemîl: Tecrîda li dijî birêz Ocalan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Parêzer Mihemed Cemîl îşaret bi tecrîda girankirî ya dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin kir û got ku li gorî qanûnên navneteweyî tecrîd binpêkirinek e û divê rêber Ocalan serbest were berdan.

Mihemed Cemîl: Tecrîda li dijî birêz Ocalan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
6 kanûn, 2020   06:48
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk di 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî ku tê de Amerîka, Îsraîl, piranî dewletên YE’yê û dewletên Afrîkayê jî heyî, rêber Abdullah Ocalan dîl girt û tecrîdeke giran li dijî wî ferz kiriye, her wiha mafên girtiyên siyasî binpê dike.

Tevî hemû çalakî, bangên Kurdistanî û cîhanî yên rakirina tecrîdê û serbestberdana rêber Ocalan, lê dewleta Tirk û civaka navneteweyî tu bersiv nedan.

 ‘DEWLETA TIRK RÊZÊ JI BIRYARAN RE NAGIRE’

Li ser binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan, parêzer Mihemed Cemîl wiha got: "Dewleta Tirk rêzê ji biryara dozgeriyê ya dadgeha ewropî ya mafên mirovan re nagire. Ji ber birêz Ocalan li pêş dadgeha ewropî ya mafên mirovan nerazîbûna xwe nîşan da û dadgeh neçar kir ku ji nû ve darizandin pêk were, ji ber dewleta Tirk darizandina adil pêk neanî."

Cemîl anî ziman ku dadgehê tu şans neda rêber Ocalan, da ku projeya xwe ji tawanên li dijî wî yên "îxanet û parçebûnê" biparêze.

‘DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ PAŞGUH DIKE’

Cemîl da zanîn ku hikumeta Tirkiyê qanûnên modelê yên herî sivik ên mafên girtiyên siyasî paşguh dike, serdana parêzer û malbatên wan qedexe dike û nahêle girtî têkiliya xwe bi cîhana derve re pêk bînin.

Cemîl eşkere kir ku qanûna 127 ji qanûnên modelê yên mafên girtiyan e, ew e ku divê têkiliya girtiyan bi derve re hebe, malbat û parêzer serdana wan bikin.

Her wiha îşaret pê kir ku hikumeta Tirkiyê mafên girtiyan parastina tenduristiyê binpê dike û got: " Ji ber ku birêz Ocalan ji demeke dirêj ve girtî û tecrîdkirî ye û temenê xwe mezin e, divê li gorî qanûna cezayan a dewleta Tirk were berdan."

 ‘BINPÊKIRINÊN EŞKERE YÊN MAFÊN MIROVAN’

Der heqê binpêkirina dewleta Tirk a peymanên Ewropa yên mafên mirovan de, Cemîl wiha pê de çû: "Berdewama tecrîdê li dijî girtiyê siyasî, binpêkirina eşkere ya mafên mirovan a li gorî ragihandina cîhanê ya mafên mirovan a 1948’an e, her wiha binpêkirina peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasetmedaran e ku NY’yê di 16’ê Kanûna 1966’an de îmze kiriye."

Li gorî madeya 19’an a ragihandina cîhanê ya mafên mirovan; mafên her kesî/ê ye ku nêrîna xwe bi azadî bide der. Divê nêrîn, fikir û agahiyan ji kesên dîtir re bêyî astengiyan ragihîne.

Parêzer Mihemed Cemîl li dawiyê bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî, hukmî û YE’yê kir ku dewleta Tirk neçar bikin ku ji nû ve dadgehkirina birêz Ocalan li dar bixe û serbest berde.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9DqqTddvNAY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>