Ambargoya dermanan danîn ser girtiyên di greva birçîbûnê de

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê yên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku dermanê wan nayê dayîn û li ser wan zext heye.

Ambargoya dermanan danîn ser girtiyên di greva birçîbûnê de
5 kanûn, 2020   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku li ser wan zext hene. Girtiyan gotine ku, “Derman û xwarinên divê bidin me, nadin me. Ji qawîşên edlî tiştan diavêjin me. Me xwest em bi midûr re rûnên lê bersiv nedane daxwaza me.”

Li vê girtîgehê Eshet Dalkiliç, Selîm Kigi  û 2 girtiyên navê wan nehate tespîtkirin, di greva birçîbûnê de ne.

Çavkanî: ANF