Şandeya Belçîka: Li hemberî gefan em ê destekê bibin Rêveberiya Xweser

Şandeya parlamantoya Belçîka û berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijarên girêdayî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, dosyaya girtî û malbatên DAIŞ'ê, rêbazên piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî "Terorê" nîqaş kirin.

Şandeya Belçîka: Li hemberî gefan em ê destekê bibin Rêveberiya Xweser
4 kanûn, 2020   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji parlamantoya federal a Belçîkayê û nûnerên hin saziyên civaka sivîl ên Belçîkayê îro nîvro gihîşte avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişloyê.

Şande ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê. Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirê wî Fener El-Kiêt û nûnera Rêveberiya Xweser a Ewropayê Mizgîn Ehmed ve hatin pêşwazîkirin.

Hevdîtina herdu aliyan saet û nîvekê  ji ragihandinê re girtî pêk hat. Piştî hevdîtinê endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto li ser hevîdtinê ji çapemeniyê re axivîn  û wiha gotin: "Em li ser xebata hevpar, keda Belçîka ya alîkariyê bi herêmê re li dijî DAIŞ û şaneyên wê, rola domdar a Belçîka di Koalîsyona Navneteweyî de nîqaş kir. Her wiha me behsa xebata mezin a QSD û Rêveberiya ya li hemberî xeteriya DAIŞ'ê ya li ku şûna tevahî cîhanê li dijî vê rêxistinê şer dike, kir."

Her wiha destnîşan kirin ku wan li ser xeteriya gefên Tirkiyê yên li ser herêmê û herêmên dîtir ên cîhanê, doza qurbaniyên terorê û çawaniya piştgiriya wan û piştgiriya herêmê di vî warî de, dîsan mijarên dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên QSD'ê û xeteriya wan, malbatên wan ên di kampan de  û rêbaza xebata hevbeş a ji bo çareserkirina vê dosyayê nîqaş kirin.

Endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto di dawiya axaftina xwe de gotin ku ew ê nêrîna li ser rewşa herêmê û Rêveberiya Xweser bighînin cîhana Ewropa da ku bi awayekî çalak alîkariya herêmê bike, ne ku tenê sozan bidin.

ANHA

<iframe width="550" height="353" src="https://www.youtube.com/embed/Ct5vcd5jt3A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>