Şandeyeke Parlamantoya Belçîka bi nûnerên Rêveberiya Xweser re dicive

Di çarçoveya serdanên ji herêmê re, di van kêliyan de şandeyek ji Parlamentoya Belçîka û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Belçîkayê bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicivin.

Şandeyeke Parlamantoya Belçîka bi nûnerên Rêveberiya Xweser re dicive
Şandeyeke Parlamantoya Belçîka bi nûnerên Rêveberiya Xweser re dicive
Şandeyeke Parlamantoya Belçîka bi nûnerên Rêveberiya Xweser re dicive
Şandeyeke Parlamantoya Belçîka bi nûnerên Rêveberiya Xweser re dicive
4 kanûn, 2020   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê, şandeyek ji Parlamentoya Federal a Belçîkayê û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Belçîka di dergeha Sêmalka ya sînorî re gihaştin herêmê. Şande niha li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser re dicive.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, şande ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê.

Şande li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirê wî Fener El-Kiêt û nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê Mizgîn Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Di van kêliyan de di navbera her du aliyan de civîneke li çapemeniyê girtî, li dar dikeve.

Ev serdana duyemîn a hikumeta Belçîkayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye, ku beriya niha jî şandeyeke belçîkî tevî rojnamevanên belçîkî di 23`ê Sibata îsal de serdana herêmê kiribû.

(şx)

ANHA