Pentagon ji ber kirîna moşekên rûsî wê Enqerê ceza bike

Ji ber kirîna moşekên rûsî (S-400), aboriya Wezareta Parastina ya Amerîkayê di projeya biryara qanûna xwe ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê erê kir.

Pentagon ji ber kirîna moşekên rûsî wê Enqerê ceza bike
4 kanûn, 2020   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di projeya qanûnê ya aboriya Pentagonê de hate diyarkirin ku divê ji dîroka pêkanîna vê qanûnê ve, serokê Amerîkayê di 30 rojan de herî kêm 5 caran cezayan li Tirkiyê ferz bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk sala 2019`an moşrkên rûsî (S-400) kirîbû, ku bi wê yekê têkiliyên Amerîka-Tirkiyê aloz bûn, Washingtonê Enqere ji bernameya xwe ya taybet bi balafirên (F-35) dûr xist û gefên ferzkirin cezayan xwar.

 (eh)