Ji bo cotkarên Reqayê bi hêsanî tevbigerin hin biryar hatin girtin

Li Reqayê ji ber qedexeya derketina derve, Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê, ji bo cotkaran, nexasim ku tov û semad ji bo mewsima 2020-2012`ê tên belavkirin, hin tedbîr girtin.

Ji bo cotkarên Reqayê bi hêsanî tevbigerin hin biryar hatin girtin
1 kanûn, 2020   13:37
REQA

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê Endizyar Ehmed El-Elî got ku para cotkaran li cem Serokê Komeleyên Cotkaran danîne, da ku rê li pêşiya qerebalixê bigirin û bi vî awayî dê her cotkarek ji komeleya xwe werbigire.

Di hefteyê de 4 roj ji bo radestkirina tovan û semadê ji gundewarên Reqayê yên rojhilat, başûr, rojava û başûr hatine diyarkirin û roja şemî û yekşemê dê fatoreyên garisê zer werin radestkirin.

/kr/uploads/files/2020/12/01/133836_121643_ahmd-alaly.webp

Endizyar Ehmed El-Elî destnîşan kir ku ji bo cotkarên garisê zer çandine jî tedbîr hatine girtin, ji ber tên cihê guvaştina garis a li bakurê Reqayê, da ku garisên xwe biguvêşin û paşê hilînin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QcSqTYXAEyE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>