​​​​​​​Bang ji rûspiyên eşîrên kurdî: Li dijî dijminên doza kurdî bisekinin

Rûspiyên eşîrên kurdî banga lezkirina xebatên dan û standinên kurdî kirin, da ku girêdayî pêkanîna yekitiya neteweyî bigihêjin lihevkirinekê.

​​​​​​​Bang ji rûspiyên eşîrên kurdî: Li dijî dijminên doza kurdî bisekinin
18 mijdar, 2020   05:31
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Hemwextî bangewaziyên yekkirina refa kurdî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şandina hêzên xwe ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ev yek wekî amadekariyên şer bi nav kiribû.

Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji aliyekî ve bi Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) re di nava dan û standinan de ye, ji aliyekî din ve jî hevdîtinan bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re pêk tîne.

Girêdayî mijarê, yek ji rûspiyên eşîra Hacî Silêmaniyê, Fairs Silêman wiha got: “Di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin de û nexasim bi destwerdana dewleta Tirk û dagirkirina herêmên kurdî re, ji me tê xwestin ku em bi lez yekitiya neteweyî pêk bînin.”

Ehmed Hec Silêman Cêcîn ku yek ji rûspiyên eşîra Codika ye, bang li partiyên kurdî kir ku li hemberî dijminên doza kurdî bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Başûrê Kurdistanê yên di bin serweriya PDK`ê de bi dehan baregehên leşkerî ava kir. Hemû baregeh û nuqteyên leşkerî bi erêkirina PDK`ê hatin avakirin.

Di demekê de ku dagirkeriya Tirk êrişên xwe li seranserê Kurdistanê zêde kirine, gelê Kurd li benda pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Rûspiyê eşîra keska Mihemed Seîd Hesen Nayif jî wiha got: “Çavên gelê Kur dli benda ragihandina lêvegereke siyasî ya kurdî ne, gel li bendê ye ku mafên xwe bi dest bixe.”

Nayif piştrast kir ku dewleta Tirk û hêzên din ên dijminahiya doza kurdî dikin, bi hemû rêbazan hewl didin dan û standinên yekitiya kurdî têk bibin û got: “Divê partiyên siyasî mafên gelê Kurd ku di oxira vê xakê de bi hezaran şehîd da, bi cih bînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FuZAaTm5aGM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>