Êrişên dewleta Tirk li dijî gundên Til Temir û Zirganê li pêş çavên Rûsyayê berdewam in

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Til Temir û Zirganê yên li eniyên şer ranewestîn, lê tevî wê jî hêzên Rûsya hene û li hember hevalbendê xwe yê agirbestê bêdeng e.

Êrişên dewleta Tirk li dijî gundên Til Temir û Zirganê li pêş çavên Rûsyayê berdewam in
18 mijdar, 2020   03:32
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya daxuyaniya di 8’ê Cotmeha 2020’an de, rewşa awarte ya nîştimanî ya girêdayî rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dema salekê dirêj kir û berpirsê xeteriya li ser sivîlan hilgirt ser dewleta Tirk.

Lê tevî biryara dirêjkirina rewşa awarte û rawestandina êrişan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên li ser herêmê û pêkanîna sûcên şer li dijî sivîlên li Serêkaniya dagirkirî û gundên Til Temir û Zirganê berdewam in.

MEHA ÎLONÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Îlona borî de sewqiyetên xwe yên leşkerî li gundên Dawûdiyê û Mela Silêman ên Til Temirê û li eniya navçeya Zirganê zêde kirin.

Li gel sewqiyetên leşkerî, sûcên çeteyan ji dizîn û talankirina mal û milkên sivîlên li herêmê zêde bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belge kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên şêniyên Serêkaniyê û milkên giştî didizin û vediguhêzin Tirkiyê.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, malên sivîlên li gundê Şerke yê gundewarê Serêkaniyê bi temamî dizîn, her wiha milkên giştî, torên kehrebê dizîn da ku baqir û bafûnê jê derxin û li sûkên Tirkiyê bifiroşin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ANHA’yê re daxuyand ku çete mal û milkên sivîlên li gundên Serêkaniyê didizin û dişînin nuqteyên leşkerî yan jî depoyên taybet ên girêdayî wan li bajarê Serêkaniya dagirkirî.

Şênî li hember sûcên dizîn û talankirinê hêrsa xwe nîşan da û di 19’ê Îlonê de li gundê Elok ê rojhilatê Serêkaniyê piştî dizîna motorsiklêteke sivîl, xwepêşandan li dar xist.

Lê çeteyan êrişî bi guleyan êrişî sivîlan kir û di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar bûn, ji wan 2 kesan birînên wan giran bûn.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser diziyan bi hev dikevin, her wiha girêdayî vê di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de di 20’ê Îlonê de li gundên Qasimiyê û Rêhaniyê yên gundewarên bakurê rojavayê Til Temirê pevçûn û şer derket û hefteyekê dom kir.

TEQÎN

Di sibeha 5’ê Îlona borî de, çeteyên Sultan Murad erebeyeke bombebarkirî li nêzî baregeheke leşkerî ya li gundê Rêhaniyê yê dagirkirî yê li bakurê rojavayê navçeya Til Temirê, teqand.

Di dîmena ku bi dest nûçegihanê ANHA’yê ketiye de, tê piştrastkirin çeteyan erebe teqand, lê tu agahî der barê ziyanên di navbera çeteyan de nehatin zanîn.

SOHR’ê da zanîn ku ev teqîn bi rasthatina pevçûn û nakokiyên çeteyan li gundên Meşefa, Mehmûdiyê, Enîq El-Hewa, Qibor Qeracine û Menax ên dagirkirî de, pêk hat.

SOHR’ê destnîşan kir ku nakokiyên di navbera çeteyan de bi sedema dabeşkirina diziyan zêde bûn û pirî caran jî di navbera wan de pevçûn bi top û qilêşan derdikeve.

Li herêmê di navbera çeteyên Sultan Murad û çeteyên Firqet Hemzat de topbaranên dualî pêk tên, di encama wan topbaranan de 3 mal şewitîn, lê tu agahiyên li ser zirarên her du aliyan nehatin zanîn.

Piştî teqînê, çeteyan navçeya Zirgan û gundewarên wê yên başûr bi çekên giran topbaran kirin, her wiha topbaran ji Mezreya Hemdoş a li başûrê Zirganê dest pê kir.

Bi rasthatina topbaranên li navenda navçeya Zirganê de, çeteyan gundê Eboş ê li bakurê Til Temirê bi çekên giranê armanc girtin.

Li herêmên dagirkirî teqîn berdewam in, di 12’ê Îlonê de 2 teqîn li pey hev li naverasta Serêkaniyê pêk hatin û di encamê de yek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bû.

ARMANCKIRINA GUNDÊN TÊ DE ŞÊNÎ HENE

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 21’ê Îlonê de ji baregeha gundê Dawûdiyê ve, gundên Dada Ebdal, Um Uşbe û Muhermile yên girêdayî Zirganê topbaran kirin û ligel wê jî fîşekên hewayî avêtin.

Di 23’yê Îlonê de jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Um Kêf û depoyên wê topbaran kir.

Di encama topbaranê de şênî ji gundên derdora Zirganê ber bi Dirbêsiyê û herêmên ewle yên dîtir ve koç bûn.

LI BERAMBERÎ FÎDYAYÊ, REVANDIN

Di destpêka Îlonê de çeteyên Siqor El-Şîmal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Um Hirmile ê bakurê Zirganê revandin, û bi wê re jî rêzesûcên revandina şêniyên ji herêmên dagirkirî berdewam dikin, armanc jê jî dayîna fîdyayê ye.

Çavkaniyên ji herêmên dagirkirî ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl revandin û wiha ne; Abdulezîz Musêtif û birayê wî.

Di 4’ê Mijdarê de, çavkaniyan ji ANHA’yê re eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatek ji 3 kesan (mêr, jin û keça wan a biçûk) ji gundê Lîlan ê rojavayê Til Temirê revandin.

RAPORÊN NAVNETEWEYÎ YÊN BELGEKIRINA SÛCAN

Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya girêdayî NY’yê di 15’ê Îlona borî de, der heqê sûcên aliyên binakok li Sûriyê de raporek derxist, di raporê sûcên şer ên ku dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li herêmên dagirkirî pêk anîne de, hatin eşkerekirin.

Komîteyê di nîvê raporê de li ser sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê pêk anîne axivî û wêneyên xwe ji satelitê birine belav kirin.

Wêne di demên cuda yên nêz hev de li ser wêrankirina li kampa koçberên sivîl ên li gundê Dawûdiyê yê girêdayî Serêkaniyê de piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker, hatin kişand. Her wiha di raporê de îşaret bi sûcên dizîna çeteyên girêdayî dewleta Tirk a malên sivîlên li gudnê Dawûdiyê kir û ew tiştên hatine dizîn çeteyên birin baregeha leşkerî.

SÛCÊN DI COTMEHÊ DE PÊK HATINE

Di Cotmehê de salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk ve bû, û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên nû di vê mehê de pêk anîn ku li ser sûcên wan ên berê zêde bin.

Girêdayî mijarê, 76 rêxistinên mirovî di salvegera yekemîn a dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji NY’yê û rêxistinên navneteweyî daxwaz kir ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin, da ku sûcên xwe yên dermirovî yekser û bêyî tu şertan rawestînin.

Di 4’ê Cotmehê de nûçegihanên ANHA’yê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker stirên axê li derdora gundên dagirkirî yên Til Temirê ligel sewqiyetên leşkerî zêde kirin.

Li derdora gundên Erîşa, Ezîziyê û Dawûdiyê yên dagirkirî, stir û baregehên leşkerî hatin avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Cotmehê de bi top û çekên giran ji baregeha xwe ya li gundê Erada ku kîlometreyekê li bakurê Zirganê de ye, gundên herêmê topbaran kirin, ji wê zêdetir jî ji gundên Dawûdiyê û Bab Xêr ên dagirkirî de navçeya Zirganê topbaran kir.

Di 24’ê Cotmehê de, di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li gundên Rêhaniyê û Feyseliyê yên li bakurê rojavayê Til Temirê de şer û pevçîn derket. Her wiha şerê çeteyan ji ber nakokiya diziyên li wan gundan û desteserkirina malên sivîlan rû da.

Çeteyan di pevçûnê de gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê yê li ser rêya navçeya Zirganê armanc girt.

SOHR’ê daxuyand ku di 28’ê Cotmehê de di encama şerê çekdarî yê tund ê navbera çeteyên Sultan Murad de 5 sivîl, jê jî jinek û zarokek jiyana xwe ji dest da û gelek zirar ji ber topbaranên bêserûber li malên sivîlan çêbûn û di encamê de şêniyên li bajarê Serêkaniyê û derdora wê hêrsa xwe nîşan da.

Li aliyekî din jî 7 çete hatin kuştin û zêdetirî 15 çeteyan bi giranî birîndar bûn û heman demê de çete rakirin nexweşxaneya dewleta Tirk.

Lê tevî ku pevçûna heman rojê di navbera çeteyan bi xwe de bû, lê tevgerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeya Zirganê ya li rex rêya M4 a rojavayê Til Temirê, digel gera balafirên keşfê, zêde bûn.

Sewqiyetên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gudnên Enîq El-Hewa, Til Mihemed, Bab Xêr û Um Uşbe bûn, li gel wê jî gelek nuqteyên leşkerî yên li gudnên rojavayê Til Temirê hatin şopandin û baregeheke nû li nêzî rêya M4 hat avakirin.

Nuqteyên nû yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê de bi cih bûbûn, dibistan û hejmarek ji malên sivîlan bûn.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena wiha gotibû: "Li eniyên şer tevgerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi taybet li nêzî rêya M4 a rojavayê Til Temirê zêde bûne."

Hena Piştrastkiribû ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ji roja yekemîn a agirbestê û heta roja îro berdewam in û destnişankiribû ku sûcên wê bi taybet li dijî gundên li eniyên şer li dijî sivîlan in, qutkirina ava stasyona Elokê li ser zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê û gundewarên wê.

LI PÊŞ ÇAVÊN RÛSYA TOPBARAN Û SEWQIYET ZÊDE DIBIN

Di 1’ê vê Mijdarê de, di navbera çeteyên Sultan Murad û Firqet 20’an a girêdayî dewleta Tirk a dagirker de pevçûn derketin.

 Di encama van pevçûnan de çeteyekî Sultan Murad hat kuştin û herî kêm 4 ji her du aliyan birîndar bûn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 3’yê Mijdarê de, panzêr û tank birin gundên li rex rêya M4. Her wiha hat belgekirin ku çeteyan tevgerên xwe zêde kirin û nuqteyên leşkerî yên li gundên Erbeîn, Lîlan, Hemdaniyê û Dibse yên rojavayê Til Temir geş kirin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku dewleta Tirk tank, panzêr û erebe anîn gundên navborî û li gel wê jî moşekên grad jî anîn.

Di 8’ê Mijdarê de, çavkaniyekî leşkerî eşkere kir ku tevgerên nû yên çeteyên dewleta Tirk  a dagirker li gundên Rêhaniyê û Qasmiyê yên 4 km li bakurê rojavayê Til Temirê ne, zêde bûn.

Çeteyan nuqteyên û hêzên xwe li wan gundan zêde kirin û alên xwe li ser malên sivîlên ku neçarî koçberiyê kirine, rakirin.

Ew tevahî sewqiyet li pêş çavên hêzên Rûsyayê yên li herêmê garantor in ku tenê bi 2 km dûrî gundên Rêhaniyê û Qasmiyê ne, pêk tên, lê hêzên Rûsyayê tu helwest der barê tevger û sewqiyetan de neda.

Di 9’ê Mijdarê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Zirganê; Um Hirmil, Metmûra, Besîs, Dada Ebdal û Sefa bi top û moşekan topbaran kirin.

ANHA’yê di heman rojê de belge kir ku artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên li hember gundên sînor ên rojavayê Dirbêsiyê bi taybet gundê Çeteliyê yê ku 2 km dikeve rojavayê Dirbêsiyê, digel sûcên kolandinê xurt kirin.

Nûçegihanê ANHA’yê got artêşa Tirk a dagirker nuqteyên leşkerî yên nû yên li ser sînor xurt kirin, stirên axê bilind kirin, 7 dîwarên sînor tevî kolana li derdora nuqteyên xwe, rakirin.

Di 11’ê Mijdarê de, çeteyên girêdayî dewleta Tirk gundên Dada Ebdal, Sefa û Besîs ên bakurê rojavayê Zirganê bi çekên giran topbaran kirin û li gel wê jî balafirên keşfê gelek derbe pêk anîn.

Di encama topbaran û bombebaranê de, şêniyên wan gundan koçber bû gelek mal hatin rûxandin, ji wê zêdetir jî gelek leşkerên hikumeta Şamê jî tevî hebûna hêzên Rûsyayê li herêmê, birîndar bûn.

 ‘RÛSYA Û AMERÎKA BERPIRSÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK IN’

Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê Narîman Ebdo hêzên Amerîka û Rûsyayê yên ku li herêmê aktîf in, li hember ewlehî û aştiya gel berpirsiyar in û wiha got: "Ji ber ew xwedî biryar û peymanên li ser rawestandina êrişên dewleta Tirk in, divê li gorî wan peyman û biryaran tev bigerin û êrişên bêserûber ên dagirkerî û çeteyên wê rawestînin."

(fr)

ANHA