​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker bi sedan darên şêniyên Efrînê hil kirin

Çavkaniyên herêmî yên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi sedan darên zeytûnê bi hinceta vekirina rêyekê birîn.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker bi sedan darên şêniyên Efrînê hil kirin
​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker bi sedan darên şêniyên Efrînê hil kirin
​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker bi sedan darên şêniyên Efrînê hil kirin
12 mijdar, 2020   13:53
EFRÎN

Li gorî çavkaniyan rê ji deriyê navçeya Cindirêsê dest pê dike û di gundên Yalanqûz, Baflor û Aşkan re derbas dibe û digihêje gundê Hemamê ya li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê de. Her wiha dirêjahiya rê derdora 15 km ye.

Çavkaniyan da xuyakirin ku armanca vekirina rêya navneteweyî di navbera Cindirês û derbasbûyîna gundê Hemamê ya sînor de ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê ava kir, ew e ku Efrînê bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê ve were girêdan.

Kesên ku darên wan hatine birîn wiha ne:

Ednan Ismaîl Erebo, Silêman Horo, Fayêq Erbea, Xelîl Nebî, Mihemed Elî Qesab, Cibraîl Kîlo, Zekeriye Hac Xelîl, Mihemed Hac Xelîl û Hesen Icêlî ji Cindirêsê û Mihemed Omar Ebas, Hemze Mistefa Xelef, Ebdulruhmen Xelîl Betal, Mecîd Elî Hemîd Henan, Niyazî Mihemed Omer, Xelîl Omer Henan, Ferîd Mihemed Omer û Silêman Omer Hesen ji gundê Baflorê û Hisên Henan Hisên, Mihemed Receb Bekir, Mihemed Xelmoz, Hesen Ekaş û Mûrad Şêx Mûrad ji gundê Yalanqozê û Şeref El-Dîn Mûrad, Xelîl Ebdulhenan Hesen, Xelîl Hisên, Mihemed Hesen Axa û Beşîr Celût Mûrad ji gundê Kefersefrê.

Hejmara darên hatine birîn, nehate zanîn. Li gorî çavkaniyan hejmara daran bi sedan e.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çeteyên bi navê komên El-Hemzet li gundên navçeyên Cindirêsê li ser şêniyan ferz kiriye ku serê her darekê ji 2 dolar heta 8 dolarên amerîkî bidin wan.

)dm)

ANHA