Aliyên Lîbyayê li ser dema lidarxistina hilbijartinan li hev kir

Şandeya navneteweyî ya ji bo Lîbyayê, îro eşkere kir ku her du aliyên Lîbyayê di civînên li Tunisê de li hev kirin ku dê desthilata rêveber bikin yek û di 18 mehê de hilbijartinan li dar bixin.

Aliyên Lîbyayê li ser dema lidarxistina hilbijartinan li hev kir
11 mijdar, 2020   20:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo piştgiriya Lîbyayê Stephanie Williams îro piştrast kir ku aliyên ku tev li civînên diyaloga Lîbyayê li Tunisê dibin, têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê di 18 mehan de li hev kir.

Stephanie Williams di kongreyek çapemenî de li Tunisê got: “Aliyên Lîbyayê girêdayî bidawîkirina desthilata demkî û lidarxistina hilbijartinan li hev kirine û ji bo wê jî gav avêtin.”

Stephanie Williams rave kir ku ew ji encamên dan û standinên Lîbyayê kêfxweş e.

(şx)