Salih Gedo: Aloziya li Başûrê Kurdistanê xizmeta dijmin dike

Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo hişyariya ji şerê birakujiyê kir û got ku wê xizmeta dijminên gelê Kurd bike.

Salih Gedo: Aloziya li Başûrê Kurdistanê xizmeta dijmin dike
8 mijdar, 2020   03:23
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Têkildarî aloziya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derdixîne û daxuyaniya dawî ya serokê wê Mesûd Barzanî ku niyeta şer li dijî PKK'ê eşkere kir, sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo ji ANHA'yê re axivî.

Gedo got: "Yeqîn nakim ku li cîhanê, bi taybet li Kurdistanê kurdek an keseke xwedî hisê netewî yê kurdî hebe ku bi rihetî li bûyerên ku li qada Başûrê Kurdistanê rû dide binêre."

Salih Gedo diyar kir ku şerê birakujiyê "nayê qebûlkirin û qedexe ye" û ji bo gelê Kurd xeta sor e. Gedo hişyarî ji derketina şerê navxweyî kir ku tenê xizmeta dijminê kurdan dike û wiha domand: "Divê em baş bizanibin ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyên hestiyar re derbas dibin û herdu li pêşberî gef û xeteriyên mezin rû bi rû ne. Ya ku îro li Başûrê Kurdistanê ji aloziya kurdî-kurdî rû dide xizmeta kurdan nake, lê belê xizmeta dijminên kurdan dike."

Gedo destnîşan kir ku gelê Kurd aloziya dawî ya di navbera kurdan de red dike û bang li hemû aliyan kir ku li nuqteyên xwe vegerin û ji şer dûr bikevin. Gedo wiha got: "Divê em bi hev re ber bi diyalogan ve biçin, astengî û pirsgirêkan çareser bikin û nehêlin xwîna kurdan were rijandin, divê em bi hev re hêviyên gelê Kurd bi cih bînin."

Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi rihê berpirsyartî tevbigerin û ji şerekî kurdî-kurdî dûr bikevin.

ANHA