'Daxwaza rakirina zimanê Kurdî xizmeta siyasetên qirkirinê dike'

Mamosteyên zimanê kurdî daxwaza ENKS'ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî red kir û gotin ew ê perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bikin ji ber ku yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye.

'Daxwaza rakirina zimanê Kurdî xizmeta siyasetên qirkirinê dike'
8 mijdar, 2020   02:39
ŞEHBA –LÎNDA ŞÊX

1'ê Cotmeha borî, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza rakirina meteryalên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser û vegera li meteryalên hikumeta Şamê kir.

Li ser vê mijarê, mamosteyê kîmyayê di Peymangeha Viyan Amara ya li Şehbayê de Mihemed Elo bal kişand ser girîngiya ziman û got: "Gelê Kurd ji hezarên salan ve ji mafê fêrbûna bi zimanê dayikê hatibû mehrûmkirin. Piştî şoreşê dest pê kir me ev maf bi dest xist, ji bo ku em vî mafî mîsoger bikin divê em perwerde bibin, ji ber ku ziman hêmanê sereke di jiyana kurdan de ye."

Elo sedema nefêrbûna bi zimanê kurdî pirsî û wiha domand: "Gelê kurd ji demeke dirêj ve ji bo pêkanîna vê armancê têkoşiya, daxwaza ENKS’ê li gorî siyasetên dewleta Tirk a hewl dide kurdan qir bike tê."

'ŞOREŞA ME ŞOREŞA ZIMAN E'

Mamosteya dîrokê di peymangeha Viyan Amara de Mediya Birîm bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a bidestxistina mafên xwendin û axaftina bi zimanê kurdî û wiha got: "Cîhan dizane ku şoreşa me şoreşa ziman e, ji hezarên salan ve zimanê me tê pişaftin. Di vê pêvajoya dîrokî de em hewl didin zimanê xwe yê kurdî zindî bikin."

Mediya destnîşan kir ku ENKS'ê bi vê banga xwe xizmeta dewletên kapîtalîst dike û armacên xwe yên pêkanîna daxwazên dagirkeran nîşan didin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Em dixwazin bi zimanî xwe hîn bibin, ji bo wê em her tim têbikoşin."

ANHA