Cûma Kalo: Bi sîstema hevserokatiyê em dikarin edaleta civakî pêk bînin

Hevserokê Meclisa Kantona Şebayê Cûma Kalo daxwaza ENKS'ê ya rakirina sîstema hevserokatiyê bi hewldana "Dûrxistina jinan û lawazkirina edaleta civakî" bi nav kir.

Cûma Kalo: Bi sîstema hevserokatiyê em dikarin edaleta civakî pêk bînin
8 mijdar, 2020   01:36
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Hevserokê Meclisa Kantona Şebayê Cûma Kalo got: "Em dikarin bêjin ku ev daxwaza ne ya ENKS'ê ye bi qasî ku daxwazên dewletên kapîtalîst ên global in yên ku di dîrokê de zilm li jinê kirin û nehiştin ku roleke çalak di tevahî qadên jiyanê de bilîzin û ew kirina metaya bazirganî û alava reklamê. Wan bi vê yekê xwest ku civakê bê hêz bikin."

Kalo destnîşan kir ku "Bi sîstema hevserokatiyê em dikarin edaleta civakî û rêveberiya rasteqîn pêk bînin."

Hevserokê Meclisa Kantona Şebayê Cûma Kalo di dawiya axaftina xwe de got: "Mixabin ENKS di bin bandora ajandeyên desthilata Tirk de ye ya ku tê naskirin ku amûra kapîtalîsta cîhanê li Rojhilata Navîn e, da ku li dijî gelên herêmê, bi taybet li dijî jinan komkujîiyan pêk bîne"

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jCXbOocx7HY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>