‘PKK'ê herêmê diparêze û Barzanî jî di daxuyaniya xwe de şer ragihand’

Endamê Desteya Serokatiyê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê Nerîman Ehmed got, di demekê de ku KCK`ê bana diylaogê dike PDK`ê di daxuyaniya xwe ya dawîn de bi awayekî yekser şer ragihand. Her wiha piştrast kir ku hebûna PKK’ê Başûr ji dagirkirinê diparêze.

 ‘PKK'ê herêmê diparêze û Barzanî jî di daxuyaniya xwe de şer ragihand’
6 mijdar, 2020   01:19
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Endamê Desteya Serokatiyê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Nerîman Ehmed der barê tevger û planên dawîn ên li Başûrê Kurdistanê de nirxandin kir û got, gelek zelal e ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê kurdî-kurdî hilêxe.

Nerîman Ehmed diyar kir ku têkiliya xurt ên PDK`ê û dewleta Tirk û hewldanên dewleta Tirk ên tunekirina destkeftiyên kurdan ku di salên dawîn de bi dest xistine, bandorê li Başûrê Kurdistanê dikin.

 ‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE KURDAN BI KURDAN TUNE BIKE’

Nerîman Ehmed wiha domand: "Lê mixabin dewleta Tirk hewl dide van destkeftiyan bi destê kurdan bi xwe têk bibe. Li Başûrê Kurdistanê têkiliyên istîxbaratî, leşkerî û aborî di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de hene. Dewleta Tirk vê têkiliyê di têkbirina destkeftiyên Kurd, nixumandina binketina leşkerî di dagirkirina Sûriyê û gelek dewletên ereb ên dîtir de bi kar tîne.

Nerîman texmîn kir ku tevgerên dawîn ên dewleta Tirk bi sedema hebûna valahiyekê û binketa wê di hundirê Tirkiyê de ye. Ji lew re dixwaze binketina xwe bi şerê birakujiyê binixumîne, wê jî li ser hesabê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Nerîman Ehmed der barê aloziyên mezin ên li Başûrê Kurdisatnê de, bi taybet hewldanên bi hedefa şerê di navbera Gerîla û Pêşmergeyan de mixabîniya xwe anî ziman û eşkere kir ku şêniyên Başûr vê yekê red dikin û bi şerê wêrankirinê wesifandin.

Nerîman Ehmed da zanîn ku PDK di bin fişar û gefên dewleta Tirk de ku şer bi Gerîla re li dar bixe. Dewleta Tirk ji PDK’ê xwest ku şerê PKK’ê bike, lê dê hikumeta Başûr bibe hedefa dewleta Tirk û wiha pê de çû:"Li Başûrê Kurdistanê aloziyeke mezin ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve heye, heta rojane rewş xirabtir dibe. Hikumeta Başûrê Kurdistanê zihniyeta desthilatê ji 30 salan ve dimeşîne û heta vîna parlamentoyê tune ye ku rola xwe di çareserkirina gendeliya hikumet û rêvebirina mûçeyan de, pêk bîne."

 ‘PKK LI BAŞÛR LI HEMBERÎ PLANÊN DEWLETA TIRK E ’

Nerîman Ehmed wiha piştrast kir: "Em baş dizanin ku hebûna hêzên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê tu xeteriyekê çênake yan jî li ser ewlehiya herêmê ne metirsî ye, lê belê berovajî wê sînorê herêmê diparêze. Ji ber ne ji PKK’ê bûya dê dewleta Tirk û dewletên dijberî gelê Kurd Başûr dagir bikira."

 ‘HEBÛNA PKK’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ EWLEHIYÊ PÊK TÎNE’

Nerîman Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk di rewşên dijwar de nebûn alîkariya hikumeta Başûr, lê berovajî wê her tim hewl dida pergala saziyan a li Başûrê têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema DAIŞ’ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir, dewleta Tirk wê demê piştevaniya DAIŞ’ê dikir. Ji ber xwest ku destkeftiyên Kurd ên li Başûr bi rêya DAIŞ’ê têk bibe. Lê PKK’ê lez kir û li gel Pêşmergeyan sekinî û parastina Hewlêr, Mexmûr û Kerkûkê kir û bi sedan şehîd da. Ji lew re hebûna PKK’ê li ser herêmê ewlehî ye û tu xeteriya xwe tune ye."

 ‘BARZANÎ DI DAXUYANIYA XWE DE YEKSER ŞER RAGIHAND’

Der heqê tawanbariya hikumeta Başûr ji PKK’ê re ya hedefgirtina hêzên wê, qetilkirina endamekî pêşmerge û birîndarkirina hinên dîtir de, Nerîman Ehmed bi lêv kir ku fermandarên Pêşmergeyan derketin û daxuyanî da û piştrast kir ku tu şer rû nedabû, lê belê mayînek bi wan de teqiyabû.

Nerîman Ehmed eşkere kir ku PDK dixwaze şerekî mezin li dijî Gerîla pêk bîne û helwesta PKK’ê ya neşerkirinê û dûrketina ji şerê birakujiyê ew şer qedexe kir. Ehmed wiha berdewam kir: "Mesûd Barzanî derket û daxuyaniyek da û wiha tê de got; “Me şerê di navbera kurdan de heram kiriye, lê soza xwe pêk neanî. Ji ber bi vê daxuyaniyê şerê yekser ragihand."

Nerîman Ehmed axivî ku di helwestên hikumeta başûr bi xwe de nakokî heye, ji aliyekî ve aliyên leşkerî gotin tu şer tune ye û ji aliyekî din ve jî PDK derket û berovajî wê got, ew jî bi hewldana provakekirina şer e.

Nerîman Ehmed misoger kir ku ev şer piştî ragihandina dewleta Tirk a têkçûna xwe di şerê li Heftanîn û Başûrê Kurdistanê de pêk hat. Ji lew re dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê şerekî fireh li dijî PKK’ê pêk bîne.

 ‘TU KES JI VÎ ŞERÎ SERKEFTÎ DERNAKEVE’

Ji rêzeçalakî û xebatên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê, Nerîman Ehmed daxuyand ku wan dest bi hemleyeke têkildayîn û hevpeyvîna bi tevahî aliyên ku nakokiyên kurdî rawestîne re, kiriye da ku şerê birakujiyê çênebe.

(fr)

ANHA