DYA’yê hikumeta Şamê bi derengxistina nivîsandina destûrê tawanbar kir

DYA û gelek hevalbendên wê yên rojavayî, hikumeta Şamê tawanbar kir ku bi zanebûn nivîsandina destûra nû dereng dixe.

DYA’yê hikumeta Şamê bi derengxistina nivîsandina destûrê tawanbar kir
28 cotmeh, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Press alîkarê balyozê DYA’yê Richard Mills ji Koalîsyona Ewlehiyê xwest ku her tiştê ji destê wê tê bike da ku hikumeta Şamê rê li ber peymana destûreke nû ya sala 2020’an negire.

Rêveberiya Trump diyar kir ku Esed hêvî dike ku karê nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen betal bike.

Nûnerê DYA’yê Mills ji Pedersen xwest ku tedbîrên ku ew guncan dibîne, bigire da ku hewldanên aliyan hêsantir bike.

Mills got: "Sûriye ji bo pêkanîna hilbijartinên azad, adil û zelal ku civata Sûriyê beşdar bibe, amede ye û ji ber vê yekê jî pêdivî bi xebata Komîteya Destûrê û Neteweyên Yekbûyî heye da ku plansazkirina xwe ya mîsogeriya baweriya hilbijartinên Sûriyê ya bê, zûtir bike."

Balyozê Alman Christoph Heusgen taktîkên Esed wek "rawestandin û astengkirina" xebata Komîteya Destûrê bi nav kirin.