Rojnameyên erebî: Agirbesta Idlibê bi dawî bû, Tirkiye alîgirên xwe yên li DYA’yê winda dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê pevçûn û topbaranên li herêma Idlibê ya Sûriyê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Tirkiyê, Lubnan û Iraqê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Agirbesta Idlibê bi dawî bû, Tirkiye alîgirên xwe yên li DYA’yê winda dike
28 cotmeh, 2020   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AGIRBESTA IDLIBÊ BI DAWÎ BÛ’

Der barê rewşa geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve baregehên artêşa Sûriyê li parêzgeha idlibê û derdora wê bombebaran kirin, piştî ku duh di encama bombebrana balafirên Rûsyayê de nêzî 80 endamên wan hatin kuştin û zêdetirî 100 jî birîndar bûn, ev jî tê wateya ku agirbesta Idlibê ya di navbera Enqere û Moskovê de bi dawî bû.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Oevî ku ne Moskoc ne jî Enqere yekî ji wan bidawîbûna agirbestê ranegihandiye, lê koma ‘Feyleq El-Şam’ ku cihên wan hatibûn topbarankirin, ragihand ku êdî ew ne girêdayî agirbestê ne. Her wiha li ser erdê jî dest bi topbaranê kir li dijî hêzên Sûriyê û Rûsyayê, ev jî dê rê veke ku hêzên Rûsyayê û Sûriyê êrışên xwe zêde bikin li dijî komên çekdar ên li Idlibê, her wiha dibe ku operasyoneke leşkerî jî pêk bê. Bi taybet piştî ku Tirkiyê hefteya derbasbûyî xaleke çavdêriyê ya girîng vala kir, ev gumanan zêde dike ku Sûriye dê operasyonekê pêk bîne.”

‘TIRKIYE ALÎGIRÊN XWE YÊN AMERÎKÎ WINDA DIKE’

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Piştî hemleya hin çalakvanên Ermenî-Amerîkî, yên bi hêrs in ji ber piştgiriya Amerîkayê bo Azerbêcanê, şîrketeke Amerîkayê têkiliyên xwe bi hikumeta Tirkiyê re birîn, wê şîrketê ji bo Tirkiyê kar û barên têkiliyên giştî li Amerîkayê dikirin.

Şîrketa ‘Mercury’ di civîneke çapemeniyê de roja înê ragihand ku ew ê têkiliyên xwe bi hikumeta Tirkiyê re bibire, betalkirina peymana bi buhayê milyon lîreyê bi Tirkiyê re, wek serkeftina lobiya Ermenî tê dîtin li dijî Tirkiyê.”

‘AVAKIRINA HIKUMETA EL-HERÎRÎ NÊZÎK BÛ’

Rojnameya El-Exbar der barê geşedanên li Lubnanê de nivîsî: "Geşedanên siyasî, nîşan didin ku avakirina hikumeta Lubnanê nêzîk bûye, tevî hin astengiyên ku dê bi demê re bêne derbaskirin. Hemû hêzên ku dê beşdarî hikumetê bibin, biryar daye ku avakirina hikumetê hêsan bikin.

Hin agahî belav dibin û behsa wê yekê dikin ku niha tenê girêkek heye di mijara avakirina hikumetê de û ew mijara para xiristiyanan e ku ew par dê çawa di navbera serokê hikumetê û aliyên din ên xiristiyan de bê belavkirin. Bi taybet Hizbullah dikare dest ji Wezareta Tenduristiyê berde.”

‘BÊDENGIYEKE BIGUMAN LI BEXDAYÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Desthilata Iraqê duh beşeke Herêma Kesk vekir, her wiha pireke sereke ya navenda Bexdayê jî vekir, piştî ku beriya salekê ji ber xwepêşandanan hatibûn girtin. Li paytex Bexdayê jî bêdengî heye, piştî ku du rojên derbasbûyî li piraniya bajaran xwepêşandanan rû da.”

Pitştî du rojên pevçûn û xwepêşandanan, hêzên ewlehiyê roja sêşemê bendên çîmento ji ser pira Elsink ya navenda Bexdayê rakirin ku berê ji bo nehêlin xwepêşandêr bigihêjin Herêma Kesk hatibûn danîn ku li wê herêmê navenda hikumetê, parleman û balyozxaneya Amerîkayê hene.”