Dilovan Deştî: Bi zimanekî din êrişî zimanê xwe dikin

Nivîskar Dilovan Deştî diyar kir ku kesên êrişî zimanê kurdî dikin ew bi xwe ne dizanin bi kurdî bixwînin ne jî binivîsin û bi zimanê erebî yan jî zimanên dîtir êrişî zimanê xwe dikin.

Dilovan Deştî: Bi zimanekî din êrişî zimanê xwe dikin
28 cotmeh, 2020   06:52
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Ziman di avakirin û pêşdeçûna civakan de bingeh e û nasnameya çandî diafirîne. Li ser vê yekê gelek gel û netewe hene ku zimanê wan hatin helandin û têk çûn. Gelê Kurd di têkoşîna xwe de rastî gelek hewldanên mêtingeran hat, lê ziman û hebûna xwe parast.

Endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û endamê Saziya Parastin û Fêrbûna Zimanê Kurdî nivîskar Dilovan Deştî da zanîn ku ziman jiyan û bingeha hebûna neteweyan e û parastina gelan dike. Deştî wiha got: "Dema zimanê gelekî têk diçe, hebûna wî jî têk diçe."

Deştî îşaret bi girîngiya ziman ji bo gelan kir û wiha pê de çû: "Em dibînin ku ziman di dîrokê de bingeha hebûna gelan û binyada danûstandina di navbera wan de ye. Ziman nasnameya gelan e. Ji lew re dijminên doza Kurd her tim şerê zimanê kurdî dikin û qedexe dikin, di serî de jî dewleta Tirk ji serdema Osmanî û heta îroyîn şerê zimanê kurdî dike."

Deştî destnîşan kir ku pêşketina ziman û fêrbûna wî xwesteka gel û şêniyan e û wiha domand: "Em dizanin li ser xaka xwe ne û parçeyek ji vê gerdûnê ne. Mînaka wê jî bi deh hezaran gelê Kurd li parêzgehên Sûriyê hene. Koka wan Kurd e û dibêjin em ne Kurd in, ji ber ku em baş bi zimanê xwe yên kurdî naaxivin."

Deştî piştrast kir ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her demê bêhtir divê parastina ziman û pêşketina wê bike û wiha bilêv kir: "Derfeteke dîrokî bi dest me ket ku fêrî zimanî xwe bibin. Çi li dibistan, çi li malan, çi li saziyan, çi jî li kolanan dibe bila bibe."

‘RÊVEBERIYA XWESER DI ALIYÊ ZIMAN DE DESTKEFTIYEKE DÎROKÎ PÊK ANÎ’

Nivîskar Dilovan Deştî eşkere kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk pêngavên girîng di aliyê pêşketina zimanê kurdî û parastina wê de avêtin, ew jî bi rêya perwerdekirina zarokan li dibistanan bi zimanê dayikê, ji refa yekê heta bi peymangeh û zanîngehan, her wiha vekirina çapxane û pêşangehên pirtûkan. Deştî wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Xewna Kurd tevî hin kêmasiyan pêk hat. Divê em bi yekdestî saziyên xwe yên ku bingeha hebûna me ne, bi pêş bixin. Îro jî şansekî dîrokî li pêş me ye ku fêrî zimanê xwe bin û bi pêş bixin."

Deştî wiha daxuyand: "Dema em dibînin xwendekar zanîngehan bi dawî dikin, dîplomayên xwe yên pisporiya bi zimanê kurdî ji tevahî pisporiyên mîna bîrkarî, zanyarî û perwerdê digirin, wê demê ev serkeftineke dîrokî ye û bingeha avakirina civaka çandî ye lê di her halî de hin kêmasî hene û ev jî li pêş serkeftina mezin ne tiştek e."

Deştî di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Tê bîra min dema me hewl dida fêrî zimanê xwe bibin û me çira vedimirand. Ew jî ji ber metirsiyar rejîma Basê bû. Îro jî em di dibistan, peymangeh û zanîngehan de bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin."

‘YÊN ÊRIŞÎ SAZIYÊN ZIMAN DIKIN HETA NIVÎSANDINA BI KURDÎ JÎ NIZANIN’

Nivîskar Dilovan Deştî diyar kir ku îro hin kes li dijî saziyên perwerdeya bi zimanê kurdî disekinin. Divê ew baş bizanin ku hewl didin hebûna xwe û gelê xwe bi xwe têk bibin. Ev yek jî xwesteka dijminên doza Kurd e. Her wiha kesên êrişî saziyên zimanê kurdî dikin, bi ne zanin binivîsin ne jî bixwînin. Bi zimanê erebî û zimanên dîtir êrişî zimanê xwe dikin û di gotineke wan de peyvek kurdî jî nîn e.

Gelek pirtûkên nivîskar Dilovan Deştî yên der barê perwerdeya bi zimanê kurdî de hene, jê jî Rêzimana Kurdî (teorî û pratîk), pirtûka Ziman Jiyan û Hebûn e, pirtûka Borî û Niha ya ku bi zimanê kurdî li Tirkiyê û Sûriyê belav bûye, her wiha pirtûka Rêgeza Fêrbûna Rêzimana Kurdî û pirtûka Rola Hevalbendiyan di Hebûna Gelan de.

(fr(

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ebQD1hWKR_g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>