Şêniyên Reqayê: Hevgirtina êlan û hêzên leşkerî dê rê li pêşiya dagirkeriyê bigire

Şêniyên Reqayê destnîşan kir ku hevgirtina êlan bi hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dê herêmê ji planên dagirkeran biparêze.

Şêniyên Reqayê: Hevgirtina êlan û hêzên leşkerî dê rê li pêşiya dagirkeriyê bigire
28 cotmeh, 2020   02:27
REQA-EMMAR EBDULLATÎF

Tevî ku planên dewleta Tirk li piraniya welatên Rojhilata Navîn eşkere bûn, lê dewleta Tirk hîna li gel bêdengiya navneteweyî, aloziyan di navbera gelan de derdixe da ku berjewendiyên xwe bi rêya nakokiyên nejadî yan jî olî yan jî siyasî pêk bîne.

Şêniyên Reqayê nêrînên xwe di vî warî de ji ANHA`yê re parve kirin û sûcên dewleta Tirk ên ku digihêjin asta sûcên şer ên li dijî gelê herêmê şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku bêdengiya navneteweyî rê da dewleta Tirk da ku sûcên bêtir ne tenê li Sûriyê lê belê li tevahiya Rojhilata Navîn û herêmên din bike.

Ji rûspiyên êla Efadîla, Şêx Deham El-Şiblî destnîşan kir ku heta têkilî di navbera hikumeta Tirkiyê û komên çete de ji bo pêkanîna armancên hikumeta Tirk hebin, wê mutleq sûcên Tirkiyê dewam bikin.

El-Şiblî bal kişand ser berxwedana gelê Sûriyê ya li hemberî destwerdana Tirk û wiha pê de çû: "Gelê Sûriyê xwedî tecrubeyek demdirêj û kevnar bi vî dagirkerî re ye ku 4 serdeman domiya. Îro jî Recep Tayyîp Erdogan hewl dide împeratoriya pêşiyên xwe vejîne."

Şêniya bi navê Hîbe Xelîl a destnîşan kir ku girêdana di navbera DAIŞ û rejîma Tirk xurt bû û wiha got: "Piştî tunekirina DAIŞ`ê, dewleta Tirk dest bi rêzeêrişan kir, destwerdana Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran şêniyên herêmê yên ku beriya demeke nêz di nava ewlehiyê de bûn, koçber bûn.”

Her wiha Hîbe îşaret bi sûcên ku li dijî şêniyan hate kirin, kir û wiha domand: “Jin û zarok ên herî zêde hatin hedefgirtin. Hîna jî li ber çavên civaka navneteweyî ya ku kengî bixwaze çav vedike û kengî bixwaze digire, didomin.”

Xalid El-Xamrî jî ji şêniyên bajarê Reqayê ye, behsa daxwaza dewleta Tirk ji bo vejandina împeratoriya Osmanî bi rêya belavkirina wêraniyê kir û got: “Li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê alozî derxistin. Herî dawîn jî mudexeleyî Ermenistan û Azerbêcanê kir.”

El-Xemrî wiha pê de çû: “Gelê Sûriyê ne tenê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê yê li tevahiya herêmên Sûriyê dipirsin gelo heta kengî civaka navneteweyî wê li hemberî sûcên ku li dijî şêniyên me û herêmên me têne kirin, bêdeng bimînin? Ne mirov ne jî kevir û dar ji sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê filitîn.”

Şêniyan piştrast kir ku gelê Sûriyê piştî îro pişta xwe nadin tu aliyekî navneteweyî. Lewra banga hevgirtina êlan, rewşenbîran, siyasetmendaran, hêzên leşkerî û çînên civakê kirin da ku li hemberî her aliyekî ku dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe bisekinin.

(şx)

ANHA