​​​​​​​Rojnamevanên rojavayî: Şengal di lihevkirinek cîhanê de bi dewleta Tirk re kaxizek bazarkirinê ye

Rojnamevanên rojavayî destnîşan kirin ku lihevkirina di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de, lihevkirineke cîhanî bi dewleta Tirk re ye. Ev lihevkirin, berjewendiyên gelê Şengalê di ber çavan re derbas nake. Her wiha dan xuyakirin, pêwîst nake ku dewleta Tirk tiştekî bike, ji ber ku li şûna wê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serkêşiya malbata Barzanî dê her tiştî bike.

​​​​​​​Rojnamevanên rojavayî: Şengal di lihevkirinek cîhanê de bi dewleta Tirk re kaxizek bazarkirinê ye
27 cotmeh, 2020   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê di 9`ê Cotmehê de ragihand ku ew û hikumeta Hewlêr gihaştine lihevkirinekê girêdayî Şengalê. Hikumetê îşaret pê kir ku ev lihevkirin kontrolkirina komên çekdar li ser herêmê bi dawî dike û aramiyê vedigerîne.

Li gorî raporên çapemeniyê, di lihevkirinê de ji bilî peydakirina binesaziya giştî, dozên rêveberiya siyasî û ewlehiyê jî di nav xwe de dihewîne. Lê nuqteyên ku li ser hatine lihevkirin nayên zanîn çi ne.

`PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ TENÊ KORÎDORA MIROVAHIYÊ VEKIR Û EW XILAS KIRIN`

Rojnamevan Carlos Zurutosa nivîskarê ku tev li nivîsandina pirtûka Breathing Fire (pirtûk girêdayî Kurdan e) bûye, ji ANHA`yê re axivî û got: “Di êrişên DAIŞ`ê de, şêniyên Şengalê bi çaranûsa xwe re rû bi rû hatin hiştin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) korîdorek mirovahiyê vekir û ew xilas kirin. Erbîl, a di bin kontrola Barzanî de û Bexda jî ya ku wek paytexta Şîî ye, tiştek nekirin da ku jiyana gelê Şengalê yên ku piraniya wan Êzidî ne, biparêzin. Ji wê zêdetir her du hikumetan dev ji Şengalê berdan.”

Li gorî rojnamevan, ev lihevkirin bi êrişa dewleta Tirk a li dijî hikumeta Başûr hemwext bû, lê êriş nehat ragihandin. Carlos Zurutosa wiha domand: “PKK`ê li herêmê mîna striyek di rêya têkiliyên navbera Erbîl, Enqere û Bexdayê de ye. Dibe ku derxistina PKK`ê ji herêmê, nîşana dan û standinên bi hikumeta Tirk re be.”

Carlos Zurutosa dibîne ku her du hikumetên Hewlêr û Bexdayê, gelê Êzidî biçûk dixin. Li gorî her du hikumetan şer an jî pêkanîna îstîsmaran li Şengalê ne hewce bû. Ji ber wê, dema DAIŞ`ê êriş kir, dev jê berda.

Rojnamevanê rojavayî, diyar kir ku ev lihevkirin, lihevkirineke cîhanî bi dewleta Tirk re ye û kaxizek bazarkirinê ye. Dewleta Tirk naxwaze Şengal bibe Qendîleke din.

Rojnamevanê Katalonî û pisporê cîhana Ereban Jordî Lunart da xuyakirin ku diviyabû her du hikumetan li ser vegerandin sîstemê, ewlehiyê û rêveberiyê di beşekê de ji kantona Neynaweyê ya ku DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de dagir kiriye, lihev kiribana. Lunart piştrast dike ku pirsgirêka vê lihevkirinê, ew e ku ji hêla desthilatên Ereban li Bexdayê û Kurdan ve li Erbîlê beyî derbaskirina pêwîstiyên Êzidiyan di ber çavan re, hatiye desteserkirin.

`2014`AN ÊZIDÎ BI TENÊ HATIN HIŞTIN`

Lunart dibêje ku pêşmergeyên PDK`ê yên ku li Şengalê bûn, sala 2014`an di êrişên DAIŞ`ê de gelê Êzidî bi DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin û revîn.

Tu berxwedan li hemberî DAIŞ`ê nehat kirin, derdora 6 hezar jin û keç hatin revandin û bû kole. Derdora 5 hezar kesên din jî hatin kuştin. 10 hezar xiristiyanên Asûr û 200 hezar Êzidî neçar man ji warên xwe birevin.

Lunart domand û got: “Divê ji bîra me neçe ku beşek ji binpêkirinên revandin, destavêtin û kuştin ji hêla cîranên wan ên Erebên Musliman ve hatin kirin.”

Rojnamevanê katalonî da zanîn ku lihevkirin bi çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat û dê di demek nêz de bikeve meriyetê.

Lurant di dawiyê de nêrînên xwe wiha parve kirin: “Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), wê rastî demek gelek dijwar were ji bo ku hebûna xwe li herêmê biparêze. Nexasim kesên ku jiyana xwe ji bo parastina Êzidiyan xistin xeteriyê. Li gorî texmîna min dewleta Tirk di vî warî de ne hewceya ku tiştekî bike, ji ber ku PDK`ê bi serkêşiya malbata Barzanî dê li şûna wê her tiştî bike.”

(şx)

ANHA