Goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat hate dîtin

Li gundewarê Dêrazorê goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat a çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de pêk anîbûn, hate dîtin.

Goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat hate dîtin
27 cotmeh, 2020   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Badiya Cemê ya ser bi Dêrazorê ve goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat a çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de pêk anîbûn, hate dîtin. Di gorê de bi dehan refat hatin dîtin, jê 26 hatin derxistin û nasnameya 25'an hatin naskirin.

Nasnameyên ev in:

1-Salih Şakir Ehmed

2-Abdullah Selîm El-Cerû

3-Elî Selîm El-Cerû

4-Mihemed Selama El-Ebûd El-Rehîm

5-Ehmed Selama El-Ebûd El-Rehîm

6-Xalid El-Hesen El-Elî El-Redsa

7-Abduselam El-Elî El-Hewas El-Behr

8-Mihemed El-Fehd El-Ebûd El-Behr

9-Mihemed Hisên El-Nûman El-Behr

10-Emaş El-Ebid El-Mutleg El-Behr

11-Şihab El-Ehmed El-Hesûnî El-Hebîb

12-Mihemed El-Ebid El-Belo

13-Silêman Salih El-Belo

14-Xalîl El-Xalid El-Belo

15-Subhî El-Malik El-Rehîm

16-Beşîr El-Hirdî El-Rehî

17-Mihemed El-Hirdî El-Rehîm

18-Bediî El-Hirdî El-Rehîm

19-Mihêdî El-Ewed El-Henûş

20-Hazim El-Sofî

21-Hemûd El-Sofî

22-Nasir El-Hisên El-Rehîm

23-Nasir El-Xalid El-Rehîm

24-Mihemed El-Xilêf El-Iweyid

25-Yasir El-Ebid El-Mehmûd

Kesek din nasnameya wî nehat naskirin, lê tê texmînkirin ku ji bajarokê Zebarî yê Dêrazorê ye.

Refat li gorî ûrf û adetan ji aliyê malbatên wan ve li goristana Şehîdan a bajarokê Ebû Hemam ve hatin veşartin.

Çeteyên DAIŞ'ê di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2014'an komkujiyek ku 3 hefteyan dewam kir li dijî eşîra Şiêtat pêk anîn. Di encamê de zêdeyî hezar û 200 sivîl hatin qetilkirin, zêdeyî hezar kes jî hatin revandin ku çarenûsa wan ne diyar e.

ANHA