Yekitiya Mamosteyên Efrînê: Em girêdayî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ne

Endamên Yekitiya Mamosteyên Efrînê û endamên saziyên civaka sivîl tekez kir ku ew bi mafê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan ve girêdayî ne.

Yekitiya Mamosteyên Efrînê: Em girêdayî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ne
27 cotmeh, 2020   11:55
ŞEHBA

Helwestên gel û civakê yên li dijî hewldanên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) yên bidawîkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan, zêde dibin.

Bi dehan endamên Yekitiya Mamosteyan a Efrînê û endamên saziyên civaka sivîl li pêşiya dibistana Kampa Serdem a navçeya Ehdasê kom bûn û hewldanên ENKS`ê şermezar kirin.

Saziyên civaka sivîl daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û endamê rêveberiya Yekitiya Mamosteyên Herêma Efrînê Zinar Elûş, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hewldanên ENKS`ê yên bikaranîna mijara perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo armancên siyasî, hatin şermezarkirin û hate piştrastkirin ku daxwazên ENKS`ê yên bidawîkirina zimanê kurdî li gorî hewldanên dewleta Tirk ên qirkirina ziman û çanda gelê Kurd e.

Beşdaran di dawiya çalakiya xwe de wiha got: “Wek Yekitiya Mamosteyên Herêma Efrînê û saziyên civaka sivîl, em van hewldanan bi tundî şermezar dikin. Em ê têkoşîn û berxwedanê heta mîsogerkirina mafên xwe di destûra Sûriyê de dewam bikin.”

Kombûn bi dirûşmên “Bê zimanê kurdî jiyan nabe” bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/acw9Vimu5yk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>