Çima dewleta Tirk a dagirker hin nuqteyên xwe yên li Idlibê berdan?

Piştî gef û sozan, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê û bi piştevaniya Rûsyayê ve hatibûn dorpêçkirin, ji hev kirin û berdan. Têkildarî vê yekê nîqaş hatin kirin ku dewleta Tirk xwe ji bo bazariyeke nû ya dagirkirina herêmên dîtir ên Sûriyê, amade dike. Sûrî tevgera bi navê "lihevkirinên dualî" bi fikar dişopînin, gelo ev bûyer ber bi ku ve ne?

Çima dewleta Tirk a dagirker hin nuqteyên xwe yên li Idlibê berdan?
23 cotmeh, 2020   01:29
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker vekişîna ji nuqteyên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiyên Hema û Idlibê de berdewam dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên dewleta Tirk, alavên xwe ji Morikê kişandin, li gel wê jî alav û amûrên xwe li nuqteya Şêr Mexar a li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, nuqteyên Serman, Til Toqan, Tirnebe, Merdîx, Meret Hetat û nuqteya li rojahilatê Seraqibê yên li bejahiya rojava, başûrê rojhilatê Idlibê komî ser hev dike.

SOHR’ê li ser zimanê çavkaniyan daxuyand ku dibe ku dewleta Tirk a dagirker ji nuqteyên li bejahiyên Helebê yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de jî vekişe.

Piştî lihevkirinên rûsî, tirkî û îranê ya di civînên Sochiyê de, 29 nuqteyên çavdêriyê hatin sepandin, 12 nuqte yên dewleta Tirk li herêmên tê de çete hene, 10 nuqteyên Rûsya û 7 nuqteyên Îranê li herêmên hêzên hikumeta Şamê.

Bi serweriya hêzên hikumeta Şamê ya bi piştevaniya Rûsyayê di hemleya dawiya 2019’an de û pêşketina wê li herêmên fireh ên bejahiyên Heleb, Hema û Idlibê re, gelek nuqteyên dewleta Tirk li cihên xwe man û ji hêla hêzên hikumetê ve hatin dorpêçkirin. Ji wan nuqteyan jî; Til Tûfan, Serman, çiyayê Enedan, Raşidîn, Til Îs, Til Soman ê li rojhilatê Morikê, Meret Hetat û nuqteyên derdora Seraqibê.

Di demeke berê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û berpirsên wê gef li hêzên hikumeta Şamê dixwarin û jê dixwestin ku vekişin pişt nuqteyan.

Di vê Îlonê de diyalogên rûsî-tirkî li Enqereyê çêbûn, tê de Moskovê ji Enqereyê xwest hejmara nuqteyên xwe yên li Idlibê kêm bike.

 ‘ITÎRAFKIRINA DEWLETA TIRK BI SÎNORÊN NÛ’

Têkildarî mijarê rojnameger û lêkolînerê siyasî Malik Hafiz wiha got: "Jihevkirina hin nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk, tê destnîşankirin ku dê şerekî mezin li bakur û rojavayê Sûriyê rû bide. Ev yek jî bi lihevkirina rûsî-tirkî ye, da ku dewleta Tirk li derveyî sînor be."

Hafiz diyar kir ku alîkariyên leşkerî nedigihiştin nuqteyên çavdêriyê, bi wê re jî ew xwezayê li aliyekî bûn. Bi vê vekişînê re piştrast dibe ku dewleta Tirk bi sînorên nû yên êrişên dawîn ên Moskovê û Şamê pêk anîne, itîraf dike. Moskov û Şamê bi wê êrişê re rêya M5, herêmên ji bejahiyên Idlib û Helebê kontrol kirin.

Hafiz axaftina xwe wiha domand: "Ji lew re hebûna nuqteyên dewleta Tirk li wan herêman li gel serweriya Rûsya û vekişîna dewleta Tirk ji wan nuqteyan nayê wateya ku şerê li Idlibê bi dawî bûye. Lê belê ev şer di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk nayê."

Li aliyekî din jî Gerînendeyê Navenda Kurd a Bêsînor Kadar Pîrî wiha got: "Ji demekê de dewleta Tirk hin nuqteyên ku dixwaze vala bike, ji hev kirin. Ew jî li gorî lihevkirinên rûsî-tirkî pêk tên. Bo nimûne dema çeteyan li herêma Zîzon dest bi jihevkirina reaktorên germahiyê kir, me zanî ku dewleta Tirk dev ji herêmê berdaye û dê di çend roj an jî mehan de radestî rejîma Sûriyê bike."

 ‘LIHEVKIRINÊN RÛSÎ-TIRKÎ YÊN DERVEYÎ SÎNOR’

Der barê pêşeroja lihevkirina rûsî-tirkî de Hafiz wiha da zanîn ku dosyaya başûrê Qafkasya aliyek ji mijara lihevkirinên rûsî-tirkî ye. Ev dosya jî dibe ku hiştibe dewleta Tirk bi lez nuqteyên xwe ji hev bike. Ev tê wateya ku bersivdana dewleta Tirk dê bi xwe re pevguhartinan di herêmên serweriyê yên li bakurê Sûriyê de bîne."

Hafiz destnîşan kir ku dewleta Tirk baş dizane ku Rûsya dixwaze ku Tirkiye ji nuqeyên neaktîf vekişe. Rûsya dixwaze rêya M4 aktîf bike, serweriyê li derdora wê bike û herêmê ji hêzên terorîst vala bike. Ev yek jî bi nebeşdariya Rûsya ya li dewriyeyan a bi hinceta êrişên terorîst ên li dij wê, nîşan dike.

 ‘BAZARIYA HER DU ALIYAN DI NAVA DOSYAYA SÛRIYÊ DE TÊRÊ NAKE’

Malik Hafiz bal kişand ser raporên li ser bazariya nû ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de û wiha got: "Bazariya di navbera her du aliyan ya di hundirê dosyaya Sûriyê de têrê nake. Ji ber pirsgirêkên di nava her du aliyan de diyar dibe ku mimkûn e lihevkirineke nepenî li ser pevguhartina herêmên di navbera rojhilat û rojavayê bakurê Sûriyê de çêbûbe. Wisa xuya ye heke Rûsya vekişîna Tirkiyê ji hin nuqteyan dişopîne, wê demê vekişîna Rûsya ji nuqeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mîna Kobanê û Minbicê jî heye. Ji ber herêmên di bin serweriya hêzên terorîst ên li derdora rêya M4 hene. Lê pêngava vekişîna ji hin nuqteyên çavdêriyê, pêngava yekemîn a destpêkirina ber bi lihevkirina li ser rêyên navneteweyî ye."

Hafiz bilêv kir ku axaftina li ser berfirehkirina herêmên serweriya dewleta Tirk li van herêmên navborî ne pêkan e. Ji ber Rûsya difikire ew herêm ên wan in. Rûsya naxwaze van herêman ji dest bide. Ji lew re çi pêşketina dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê sînorkirî be û tenê heta Minbicê û herêmên dîtir ên li Bakurê Helebê yên li nêzî herêmên di bin serweriya Tirkiyê de, be da ku "çembera ewlehiyê" ya li derdora wan herêman dabîn bike. Lê belê ev yek bi kontrolkirina Rûsya li bakurê rojavayê Sûriyê ne pêkan e. Tenê ev yek bi vekişîna dewleta Tirk ji hin nuqteyên çavdêriyê têrê nake.

Li aliyekî din jî Kadar Pîrî eşkere kir ku tiştê dibe tewandina dewleta Tirk ji Rûsyayê re ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve jî bazariya di navbera her du aliyan de ye. Pîrî wiha got: "Dagirkirina hin herêmên ji Sûriyê di navbera peymanên berê yên Tirkiyê û Rûsyayê de bûn.  Me ev yek di hin daxuyaniyên Rûsyayê yên beriya demekê de dîtin ku dewleta Tirk sozên xwe pêk neanîn. Her wiha Lavrov daxuyand ku divê dewleta Tirk li gorî peymanên di navbera wan de hatine îmzekirin tevbigere, ew jî vekişîna ji wan herêman li beramber herêmên ku dagir kirine."

 ‘TU DAGIRKIRINA HERÊMÊN NÛ TUNE YE, LÊ BELÊ BAWERÎ BI DEWLETA TIRK NABE’

Pîrî axaftina xwe wiha domand: "Tu peymanên nû yên dagirkirina herêmên Sûriyê yên nû tune ne. Ji ber ku du aliyên li ser erdê hene, ew jî Amerîka û Rûsya ne û dewleta Tirk jî bêyî erêkirina her du aliyan nikare vê yekê bike."

Pîrî da zanîn ku texmîna dagirkirina herêmên nû ji Sûriyê, ji rewşa siyasî ya geosiyasî ya herêmê dûr e. Lê belê ji dewleta Tirk her tişt tê payîn, bi taybetî siyasetên AKP’ê.

 ‘DEWLETA TIRK LI SER ÎDÎAYÊN PÊŞKETINA HÊZÊN HIKUMETÊ PLANÊN FÎNANSÊ DIKE’

Kadar Pîrî îşaret bi sûdwariya dewleta Tirk ji vekişîna ji nuqteyan kir û wiha axivî: "Xaleke din a ku dewleta Tirk jê sûdê werdigire, ew jî radestkirina wan herêman e. Dê bi radestkirinê re bi hezaran malbatên li herêma Idlibê bi cih bûne birevin, koçber bibin û dûvre wan li herêmên Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê bi cih bikin. Bi wê re jî dê Erdogan idîa bike ku aloziya koçberan li gel wî heye. Dê piştre jî Erdogan piştevaniya avakirina avahiyên nû ji wan herêman re bixwaze. Ew yek jî dê bibe guhartina demografiya herêmê ya ku dewleta Tirk hewl dide xwe bigihîne wê yekê. Ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirkirina tevahî Sûriyê yan jî herêmên zindî li gorî peymana Millî ya tirkî bi bin ketin."

Kadar Pîrî destnîşan kir ku binketina dewleta Tirk di siyasetê de, hişt ku bi sûcên dîtir bifikire, ew jî sepandina guhartina demografiyê ye. Her wiha Erdogan vê yekê di peymanên xwe yên niha de pêk tîne.

 ‘RÛSYA TENÊ LI BERJEWENDIYÊN XWE DIGERE’

Têkildarî helwesta Rûsyayê, Kadar Pîrî wiha berdewam kir: "Ez bi xwe ji kesên bi Rûsyayê bawer nakim ku xêrê ji şêniyên Sûriyê re bixwaze. Ji ber Rûsya tenê li berjewendiyên xwe digere."

Pîrî bilêv kir ku yek ji berjewendiyên Rûsyayê ew e ku di navbera wê û dewleta Tirk de, ne tenê li Sûriyê, lê li Qirim, Ermenistan, rojhilatê Deryaya Spî û Lîbyayê lihevkirin hebe. Gelek mijarên bigirêk hene ku her du blokên Amerîka û Rûsyayê bi dewleta Tirk re nakok in. Dewleta Tirk jî dixwaze lihevkirinek di navbera her du blokan de hebe. Ev yek jî li hin deveran hêzê dide dewleta Tirk. Her wiha ev jî tê texmînkirin ku dê dawiya dewleta Tirk li ser heman xala ku jê hêzê digire, bîne."

Kadar Pîrî gotina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber rewşa lihevkirina di navbera her du dijberan de, dagirkerî ye, dewleta Tirk jî dixwaze têkeve navbera wan her duyan û bibe hêzek. Lê ev yek jî ne pêkan e, ji ber dewleta Tirk bi dewletên cîran re ne baş e û rewşa wê ya aborî pir hilweşiye."

(fr)

ANHA