Di encama teqîna mayînekê de miftiyê Şamê jiyana xwe ji dest da

Li taxeke paytexa Sûriyê Şamê, ji ber teqîna mayînekê miftiyê Şam û gundewarê wê jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqîna mayînekê de miftiyê Şamê jiyana xwe ji dest da
22 cotmeh, 2020   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a "SANA'' ya ser bi hikumeta Şamê, li bajarokê Qudseya ya paytexa Sûriyê mayînek teqiya, di encamê de miftiyê Şam û gundewarên wê Mihemed Ednan Efyonî jiyana xwe ji dest da.