Ji ber biryarên hikumeta Şamê bêzarî û lûtkeya Qibrisê soz da ku li dijî rageşiyên Tirkiyê raweste

Rojnameyên erebî yên îro der barê aloziya sotemeniyê li Sûriyê û her wiha arîşeyên Lîbya û Lubnanê de nivîsîn.

Ji ber biryarên hikumeta Şamê bêzarî û lûtkeya Qibrisê soz da ku li dijî rageşiyên Tirkiyê raweste
22 cotmeh, 2020   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI BER BIRYARÊN HIKUMETA ŞAMÊ BÊZAR IN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa li Sûriyê de wiha nivîsî: "Ji ber biryara hikumeta Şamê ya bilindkirina buhayê benzînê, di nava alîgirên rejîmê de, çi li kolanan, çi li ser medyaya civakî, gengeşî çêbû, ji ber ku hikumetê gotibû tekez ew ê buhayê benzînê bilind neke, lewma welatiyan hikumet wek derewkar bi nav kir.

Tevî ku benzîn, mazot û nan pir kêm e, her wiha aboriya welêt hildiweşe, Wezareta Bazirganiyê êvara sêşemê biryar da ku buhayê benzînê ji 450 lîreyî hilde 650 lîreyî."

‘LÛTKEYA QIBRISÊ SOZ DIDE KU LI HEMBER RAGEŞIYÊN TIRKIYÊ RAWESTE’

Der barê mijarê de rojnameya Ukaz nivîsî: "Rejîma Tirkiyê bedelê destwerdana xwe ya arîşeya leşkerî ya welatên Ewropa û Ereban dide, wekî Yewnanistan, Ermenistan, Azerbêcan, Iraq, Sûriye, Qibris û Lîbyayê. Ji ber ku ew aloziya xwe ya hundirîn diavêje welatên din û dewlemendiyên gelê Tirkiyê didize, lewma Tirkiye xistiye tuneleke tarî.” 

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Daxuyaniyên serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî yên piştî hevdîtina bi serokê Qibrisê û serokwezîrê Yewnanistanê re, hişk bûn. Wî got "Me Biryar da ku li dijî rageşiyên li rojhilatê Deryaya Spî rawestin", her wiha wî Tirkiye tawanbar kir ku binpêkirinan dike û çeteyan vediguhêze herêmên aloz."

‘HEWLDANÊN TÊKBIRINA ÇAREYA SIYASÎ LI LÎBYAYÊ`

Rojnameya El-Ereb nivîsî: "Piştî ku serokê saziya ragihandinê ya hikumeta Wifaqê Mihemed Bayo ragihand ku ew ê şerê ragihandinê li dijî artêşa neteweyî ya Lîbyayê rawestîne, aliyên îslamî û milîsên li paytext Trablusê pir aciz bûn. Piştî berteken Bayo û zarokên wî hatin revandin, ev kiryar jî dijberî hewldanên navdewletî yên çespandina çareya siyasî ne."

Biryara rawestandina şerê ragihandinê ya ku Bayo ragihand, li gorî hevdîtînên Cinêvê yên di navbera aliyan de pêk hat ku hate xwestin êrişên çekdarî û yên ragihandinê rawestin. Çavkanî dibêjin ku rawestandina şerê ragihandinê li dijî Hefter û alîgirên wî, dibe wek derbeyekê li dijî milîsan û îslamiyan be, ji ber ku hebûna wan li ser êrişa li dijî artêşê pêk tê, eger ew êrîş nebin rola wan jî namîne."

‘ALOZIYA LUBNANÊ JI DANASÎNA NAV VEGUHERÎ ERKDARKIRINA SEROKÊ HIKUMETÊ’

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Beriya civîna duyem a şêwirên parlemanê yên ji bo destnîşankirina navê serokwezîrê ku dê hikumetê ava bike, serokê komarê Mîşel Ewn serê xwe hilda û ji nişka ve nameyek arasteyî lubnaniyan kir, di nameya xwe de got "Ez ê berpirsyariyên xwe pêk bînim." Her wiha got "Ez bi hêvî me hûn der barê mijara erkdarkirinê de baş bifikirin”.

Ewn bi vê nameyê, bêyî ku bi nav bike, berpisyariya nepêkanîna sozên berê avête ser El-Herîrî û parlamenteran û xwest ku "li wijdana xwe vegerin" û kesekî ku di ezmûnên berê de têk çûye, dîsa erkdar nekin."