Ji bo nîqaşkirina şantajên dewleta Tirk lûtkeya sêalî tê lidarxistin

Di çarçoveya mekanîzmaya hevkariyê ya Qibris, Yewnanistan û Misirê de û ji bo nîqaşkirina berdewamkirina êrişên dewleta Tirk, îro li paytexta Qibrisê Nîkosayê lûtkeya heştemîn a sêalî li dar dikeve.

Ji bo nîqaşkirina şantajên dewleta Tirk lûtkeya sêalî tê lidarxistin
21 cotmeh, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Misirê Abdulfetah Sîsî da ku beşdarî lûtkeya sêalî ya di navbera Qibris, Misir û Yewnanistanê de bibe, çû Qibrisê.

Berdevkê Serokatiya Misirê Besam Radî li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir ku lûtke dê di çarçoveya piştgiriya têkiliyên di navbera her sê aliyên lûtkeyê de, xurtkirina şêwirên siyasî û der barê awayên bersivdayîna rageşiyên li herêmên Rojhilata Navîn û rojhilatê Deryaya Spî li dar bikeve.

Besam Radî diyar kir ku armanca lidarxistina lûtkeyê pêkanîna encamên her heft lûtkeyên berî niha li dar ketine, di hemû qadan de hevkarî çêbe û di çarçoveya mekanîzmeya sêalî de projeyên hevbeş ên niha di meriyetê de ne, berdewam bibin.

Cîgirê berdevkê hikumeta Qibrisê Panayiotes Sentonas duh gotibû ku hevkariya di navbera Qibris, Misir û Yewnanistanê de nameyek e û hewl didin li van herêman aştî û aramî mîsoger bibe.

Ajansa Nûçeyan a Qibrisê ragihand ku Panayiotes Sentonas gotiye ku lidarxistina lûtkeyê xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku di vê demê de dewleta Tirk zêde şantajan dike û bandorê li her sê aliyên lûtkeyê û li ewlehiya herêmê dike.

Tê payîn ku Ebdulfetah Sîsî bi serokê Qibrisê Nikos Anastasiades re bicive û nîqaşa têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de û pirsgirêkên heyî û dosyayên herêmî jî bikin.

Tê payîn ku piştî lidarxistina lûtkeyê daxuyaniyeke hevbeş a her sê aliyan were ragihandin.

(eh)