Şêniyên Qamişlo êrişa dewleta Tirk a li ser Dêrikê şermezar kir

Piştî êrişa dewleta Tirk a li ser gundewarê Dêrikê ku di encamê de du sivîl şehîd bû, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û dewleta Tirk şeremzar kir.

Şêniyên Qamişlo êrişa dewleta Tirk a li ser Dêrikê şermezar kir
20 cotmeh, 2020   17:50
QAMIŞLO

Îro saet derdorî 15:53'an, dewleta Tirk a dagireker bi balafireke biçek a bê mirov gundê Mezrê yê Dêrikê bomebebaran kir û du sivîl qetil kirin. Piştî êrişê bi dehan şêniyên Qamişlo daketin qadan û dewleta Tirk şermezar kir. 

Şêniyan ji çerxerêya Şehîd Rûbar a dikeve rojavayê bajarê Qamişlo heta çerxerêya Osman Sebrî meşiyan. Di wê navberê de diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û banga bilindkirina asta têkoşînê li hemberî dewleta Tirk qîr kirin.

Her wiha banga hesabxwestinê ji Erdogan kirin û banga  yekitiyê li partiyên kurdî kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AhKIwjfwi7k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>