Ermenistan bîlançoya şerên bi Azerbêcanê re eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Ermenistanê ragihand ku ji destpêka şerê li Qerebaxê ve, 552 wesayîtên leşkerî yên Azerbêcanê di nav de panzer û balafirên bêpîlot hatine rûxandin û 5 hezar û 959 leşkerên artêşa Azerbêcanê hatine kuştin.

Ermenistan bîlançoya şerên bi Azerbêcanê re eşkere kir
16 cotmeh, 2020   13:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Ermensitanê, bîlançoya şerên bi hêzên Azerbêcanê re yê ji 27`ê Îlona borî ve eşkere kir. Li gorî wê, 552 wesayîtên leşkerî yên hêzên Azerbêcanê û di nav de panzer û balafirên bêpîlot, hatine rûxandin.

Navendê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku di encama şerên ku rû dane de, 181 balafirên bêpîlot, 21 balafir, 16 helîkopter û 4 pergalên avêtina moşekan ên artêşa Azerbêcanê hatine rûxandin.

Li gorî daxuyaniyê ji destpêka şer ve, 5 hezar û 959 leşkerên hêzên Arzerbêcanê hatine kuştin.

Navendê piştrast kir ku di 24 saetên dawîn de hêzên artêşa Ermenistanê, balafireke bêpîlot xistiye xwarê, 6 panzer û balafirek rûxandine û 120 leşkerên Azerbêcanê kuştine.

Wezareta Parastinê ya Ermensitanê got hêzên Azerbêcanê ji vê sibehê ve bajarên Qerebaxê topbaran dike.

Ermensitan û Azerbêcanê di 10`ê Cotmehê de bi navbeynkariya Rûsyayê, agirbest ragihandin. Dewleta Tirk hewl dida agirbestê bi dawî bike. Şerên di navbera her du aliyan de, ji 27`ê Îlona borî ve dest pê kiriye û dewleta Tirk bi hezaran çete şandin herêma şer da ku li kêleka arêtşa Azerbêcanê şer bikin.

(şx)