Rojnameyên erebî: Li Idlibê arîşe zêde dibe, rejîma Erdogan ji hundir ve hildiweşe

Rojnameyên erebî îro der barê çend mijaran de nivîsîn, yek jê geşedanên li Idlibê ne, her wiha destwerdanên Tirkiyê li herêmê û aloziya Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Li Idlibê arîşe zêde dibe, rejîma Erdogan ji hundir ve hildiweşe
13 cotmeh, 2020   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI NAVBERA HÊZÊN HIKUMETÊ Û DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI IDLIBÊ DE GENGEŞÎ’

Der barê geşedanên li Idlibê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Hêzên Tirkiyê çeperên hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê bombebran kirin, piştî ku li dijî karwanekî leşkerî yê Tirkyê êrişek pêk hat. Di heman demê de komên çekdar ên Sûriyê jî herêma Riwêha ya gundewarên Idlibê bi topên hewanan bombebaran kirin, hêzên rejîmê jî gundê Cebel El-Zawiyê û Mireblît û Fitêra bombebaran kirin.”

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Duh yekşemê, berê sibê, dema ku karwanekî leşkerî yê Tirkiyê li nêzî bajarokê Kefreya yê rojhilatê Idlibê derbas dibû, mayinek pê de teqiya û hin zirar li maşîneyan pêk hatin.”

‘ÇAVNEBARIYA TIRKIYÊ LI BAŞÛRÊ LÎBYAYÊ NÎŞANÊN PEVÇÛNEKE LEŞKERÎ YA NÛ YE’

Der barê rewşa li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Dîsa berpêkên pevçûneke leşkerî li Lîbyayê xwe nîşan didin, ji ber kiryarên ku milîsên Wîfaqê ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike, li dijî artêşa neteweyî. Di vê navberê de aliyên siyasî xwe ji bo toreke nû ya hevdîtinan amade dikin ku dê pêncşema bê dest pê bike, li gorî biryarên Konferansa Berlînê û Danezana Qahîreeyê.”

‘REWŞA LI LUBNANÊ ÊDÎ NAYÊ RAGIRTIN’

Der barê geşedanên Lubnanê de rojnameya El-Nehar nivîsî: “Çavkaniyan ji rojnameya El-Nehar re diyar kir ku serokê komarê Mîşêl Ewn di dema hevdîtina xwe bi serok Seed El-Herîrî re xwestiye ku di demeke kurt de hikumeteke nû bê avakirin, ji ber ku rewş êdî li Lubnanê nayê ragirtin û têra têkçûnên zêde nake, her wiha xwestiye ku însiyatîfa Fransayê bê pêkanîn.”

‘OPOZÎSYONA TIRKIYÊ: REJÎMA ERDOGAN JI HUNDIR VE HILDIWEŞE’

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya Ukaz nivîsî: "Endamê meclisa millî ya mafên mirovan, parêzer Muxtar Nûd, diyar kir êrişên bênavber ku opozîsyona Tirkiyê li serokê rejîmê Recep Erdogan pêk tîne, ku wî bi binpêkirina zagonan û têkbirina demokrasiyê tawanbar dike, nîşanên pir diyar in ku ew ji hundir de têk diçe.”

Nûd ji rojnameya Ukaz re got "Rewş gihaştiye wê astê ku pêwîst e daxwaza hilbijartinên parlemanê yên pêşwext bêne kirin, ev jî tê wateya ku mêrik êdî dê li ber bayê here, piştî ku 15 salan li ser desthilatdariyê ma, di van salan de rewşa jiyanî yan Tirkan aloz kir û welat ber bi arîşeyeke aborî ve bir.”