Şêniyên Şêrawa tevî topbarana artêşa Tirk dest bi berhevkirina zeytûnan kir

Şêniyên navçeya Şêrawa li gel metirsiyên bilindbûna lêçûna veguhastinê û topbarana domdar ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve, dest bi berhevkirina hilberîna zeytûnê dikin.

Şêniyên Şêrawa tevî topbarana artêşa Tirk dest bi berhevkirina zeytûnan kir
12 cotmeh, 2020   10:46
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-XANDÎ ELO

Şêniyên navçeya Şêrawa li gel topbarana domdar ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî navçeyê, dest bi berhevkirina hilberîna zeytûnê kir.

Ji ber bihabûna sotemeniyê ku dibe sedema bilindkirina lêçûna veguhastina hilberînê ji kargehan re, şêniyên navçeyê gelek zehmetiyan dikişînin. Her wiha ji ber şerên ku li herêmê rû dane, hejmara kargehên guveştina zeytûnê li kantona Şehbayê kêm in. Li kantonê û navçeya Şêrawayê tenê du kargeh hene.

Li gundên nêzî eniyên şer ên navçeya Şêrawayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin şênî nêzî zeviyan bibin û hilberîna xwe berhev bikin.

Navçeya Şêrawayê di çend rojên dawîn de rastî topbaraneke dijwar ji hêla artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê ve hat, bi armanca tirsandina şêniyan.

Koçberên Efrînê li rex şêniyên navçeyê kar dikin û hilberînê berhev dikin, da ku debara xwe ya rojane peyda bikin û alîkariya şêniyên navçeyê bikin. destheqa her karkerekî digihêje 5 hezar lîreyên Sûriyê.

Gelek şêniyên ku di nava zeviyên xwe de kar dikin girêdayî hilberînê û astengiyên ku rastî wan tên li gel binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, nêrînên xwe bi ANHA`yê re parve kirin.

Şêniyê bi navê Adil Hebeş ê ji gundê Aqîbê got: “Ji du rojan ve me dest bi berhevkirina zeytûnê kiriye. Gelek zehmetî rastî me tên. Lêçûnên veguhestina hilberînê ji kargehan re buha ne.”

Hebeş destnîşan kir ku ji ber buhabûna sotemenî, qezenca ku ji hilberînê bidest dixin, li ser kiriyên veguhestina zeytûnê, ajotina zeviyan û karkeran xerc dikin.

Hebeş da zanîn ku kargehan jî kiriyên xwe buha kirine, niha li beramberî her kîloyekê 450 lîre dibin. Lêçûna veguhestina hilberînê jî di navbera 40 hezaran heta 50 hezarî ye.

Koçbera bi navê Selwe Oso ya ji gundê Kaxirê yê kantona Efrînê ya dagikirî, xuya kir ku ew kar dike û alîkariya cîranên xwe dike û wiha pê de çû: “Me bawer nedikir ku em ê ji gund û warên xwe derkevin, lê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker me neçar kir ku em koçber bibin.”

Selwe diyar kir  ku ew xwedî 500 darên zeytûnan û gûz bûn. Lê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hinek ji zeviyên wê şewitandin û yên din jî destser kirin.

Selwe di dawiya gotinên xwe de rave kir ku ew bi hêviya vegera warên xwe û derxistina dagirkeriyê jê, niha kar dike.

Şêniyê bi navê Xelîl Ebdo yê ji gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê da xuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker gelek darên zeytûnê yên gund qut kirin û mewsima zeviyan di dirêjahiya sê salan de talan kir û wiha berdewam kir: “Çeteyên koma Hemzat hilberînên gundên navçeya Şêrawayê yên dagirkirî didizin û nahêlin xwediyên zeviyan nêzî zeviyên xwe bibin yan jî biçinin.”

Ebdo destnîşan kir ku ew debara xwe bi berhevkirina zeytûnê peyda dikin, heta ku vedigerin gundê xwe û got: “Rewşa me li gund ji tevahiya aliyan ve baş e, niha em bûn karker û di nav zeviyan de dixebitin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tiop2X7h9nQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>