Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn

Jinên bajarê Reqayê, Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriya Hevrîn Xelef di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi bîr anîn.

Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef li Reqayê hate bibîranîn
11 cotmeh, 2020   14:14
REQA

Jinên endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Reqayê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, civînek li navenda Rêveberiya Jinan li dar xist.

Nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Rêveberiya jinan a Reqayê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre, cîgira Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê (Şaxê Reqayî) Zuleyxa Ebdî behsa têkoşîna Hevrîn Xelef di warê siyasî de, bi taybet di nava Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de kir û got, şehîd Hevrîn ji bo pêkanîna rêgezên pirrengî, demokrasî, nenavendîbûn dixebitî û banga çareseriya aştiyane û diyalogên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dikir.

Zuleyxa Ebdî wiha domand: "Rola jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sereke ye, ji ber vê şoreş bi navê şoreşa jinê tê naskirin. Mînak Hevrînê, bûye sembola ku ronî da jinan û têkoşîneke mezin ji bo azadiya jinan da meşandin."

Endama Buroya Rêxistina Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr Senûh jî got: "Sûca ku dewleta Tirk li dijî Hevrîn pêk hat, şoreş kir pêt ku di dilê hemû sûriyan de pêk xist."

Suhêr soza şopandina xeta şehîd Hevrîn Xelef da.

Piştre sinevîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan û mûm hatin pêxistin.

Bîranîn bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA