Di şerê li dijî Azerbaycanê de 350 leşkerên Qerebaxê hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku ji destpêka şerê li hemberî  Azrebaycanê ve, 350 leşkerên artêşa wê hatin kuştin.

Di şerê li dijî Azerbaycanê de 350 leşkerên Qerebaxê hatine kuştin
8 cotmeh, 2020   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê îro (Pencşemê) ragihand ku 30 leşkerên wê hatin kuştin û diyar kir ku hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka  şerê li dijî Azrebaycanê ve ku di 27  ́ê Îlonê de destpêkirî gihîştiye 350 kuştiyan.

Di 27  ́ê Îlonê de şerê navbera Azrebaycanê û Ermenistanê de giran bû. Dewleta Tirk bi sedan ҫete xistin şer da ku li kêleka artêşa Azrebaycanê şer bikin. Di dîmenên ku vê sibehê bi rêya setelaytê yên balafirgeha navneteweyî ya Ganja hatin kişandin, diyar dibe ku balafirên dewleta Tirk li wê derê hene vê yekê gumanên beşdariya balafirên dewleta Tirk di şerê li dijê ermeniyan li Qerebaxê zêde kir.