PYD’ê Rêzecivînên ji gelê Kobanê re bi dawî kirin

Îro PYD’ê rêzecivînên ji gel re yên li bajarê Kobanê di çarçoveya hemleya "na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li dar xistine, bi dawî kirin.

PYD’ê Rêzecivînên ji gelê Kobanê re bi dawî kirin
7 cotmeh, 2020   16:33
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 14’ meha borî de hemleya bi hedefa rêxistinkirina tevahî çînên civakî li dijî dewleta Tirk a dagirker û rizgarkirina herêmên dagirkirî, ragihand.

PYD’ê rêzecivînên ji gel re li tevahî kantona Kobanê li dar xistin û di 4’ê vê mehê de rêzecivînên ji gel re li navçe û bajarokên kantonê bi dawî kir. Piştre li bajêr dest bi rêzecivînên xwe kir.

PYD’ê îro rêzecivînên li taxên bajêr, bi dawî kirin. Her wiha civîn li navçeyên Şehîd Xebat, Şehîd Yehya, Şehîd Xebatkar, Şehîd Fîras û Şehîd Serhed li dar ketin. Duh jî li taxên Kaniya Kurdan, Şehîd Peyman, Botan Rojhilat, Botan Rojava, Şehîd Moro, Şehîd Kawa û Şehîd Ebdo li dar ketibûn.

Di civîna ku li yarîgeha Nebi ya li taxa Şehîd Xebat de li dar ketiye, bi dehan şêniyên taxê amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre endama Nivîsgeha Jinan a PYD’yê ya herêma Firatê Hêlîn Haçim axivî û wiha got: "Dewleta Tirk gelê Kurd hedef digire û tevahî şêweyên şer ji leşkerî û taybet bi kar tîne, ew jî bi hedefa qirkirina wî ye."

Hêlîn Haçim wiha destnîşan kir: "Ev hemle bi hedefa naskirina gel a sekna li hember dagirkeriyê tê lidarxistin. Ji lew re em dixwazin çînên civakê ji ciwan, jin û mezinan bi rêxistin bikin. Da ku li dijî rêbazên şer zana bin û em bikarin xakên dagirkirî bi hev re rizgar bikin."

Piştre Hêlîn Haçim perspektîfên hemleyê xwendin û nîqaş li ser çêbûn.

(fr)

ANHA