Îran piştî ketina moşekan li xaka wê, Azerbêcan û Ermenistan hişyar kir

Wezareta Karên Derve yê Îranê, îro daxuyand ku piştî moşek bi sedema şerê li Azerbêcan û Ermenistanê li hundirê Îranê ketine, Tehranê hişyarî da Azerbêcan û Ermenistanê.

Îran piştî ketina moşekan li xaka wê, Azerbêcan û Ermenistan hişyar kir
7 cotmeh, 2020   19:38
NAVENDA NÛÇEAYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zada got, Îranê protestoyeke fermî pêşkêşî Azerbêcan û Ermenistanê kiriye û piştrast kir ku dê welatê wî ji bo parastina ewlehiya xwe paşguh nebe.

Li gorî ajansa Erna, Zade diyar kir ku tiştê ku bûye, binpêkirina serweriya xaka wê û tevliheviya aramî û zirara madî bi mafên welatiyên wê ye.

Zade wiha domand: "Me ji her aliyan xwest ku tevahî tedbîran ewlehî yên guncaw di çarçoveya têkiliyên başî û qanûnên başbûna cîrantiyê de ji bo rêzgirtina li hember serweriya yekitiya Komara Îslamî ya Îranê, bigirin. Da ku careke din ev bûyerên redkirî pêk neyên."

Ajansa Erna li ser zimanê cîgirê berpirsê herêma Erdebîlê yê Îranê Behroz Nedaî daxuyand ku moşek li herêmên sînorê parêzgehê ketine. Ew jî bi sedema şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de ye. Lê tu zirar û birîndarî çênebûn.

(fr)