Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin

Komîteya Lihevanînê ya Desteya Rûspiyên herêma Cizîrê, bi hevkariya bi Meclisa navçeya Dirbêsiyê re, malbata Îbrahîm Hec Kermo ji gundê Bab Selam û malbata Abdulwehab Hec Şêxmûs ji gundê Kirbeş ên girêdayî navçeya Dirbêsiyê li hev anîn. Nakokiya her du malbatan ji zêdetirî 90 salî li ser zeviyên çandiniyê ye.

Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
Du malbatên Dirbêsiyê ku ji 90 salî ve bi nakok in li hev hatin
7 cotmeh, 2020   17:14
HESEKÊ

Di merasîma lihevanînê de, Hevserokê PYD’ê, Endamê Dîwana Desteya Rûspiyên Êlan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên oldar, kesayetên ji eşîrên herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, her du malbatên binakok, hejmarek ji şêniyan û Saziyên Civaka Sivîl amade bûn.

Merasîma lihevanînê bi axaftina Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim dest pê kir. Muslim wiha got: "Dema pirsgirêkên gel çareser dibin, ev nîşaneya ku gel dikare bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin, gelê herêmê ev merheleya mezin bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe ve derbas kiriye."

Muslim wiha domand: "Çareserkirina pirsgirêkên herêmê û rizgarkirina ji zilmê ji ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi salane tê re derbas dibin, nîşane ye ku me xeta rast a biratiya gelan û jiyana hevbeş hilbijartî ye."

Muslim îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyên civakê û rola wan li hember teşhîr û parastina destkeftiyên herêm kir, her wiha îşaret bi çareserkirina nakokiyan di yek odeyê de kir ku ev yek dibe sedema avakirina pêşeroja demokratî ya li Sûriyê."

Muslim di dawiyê de ev lihevanîn ku di vê dema hesas de pêk hatiye bi giringî nirxandin û spasiya herdu malbatan kir.

Ji aliyekî din ve jî endamê Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xilo li ser girîngiya jiyana hevbeş a li herêmê axivî û wiha got: "Ji yek hêmanên berxwedanê di vê rewşê de, jiyana hevbeş û aştiya civakî di navbera pêkhateyên herêmê de ye."

Piştre her du malbatên binakok spasiya Komîteya Lihevanînê ya Desteya Rûspiyan a herêma Cizîrê li ser vê insiyatîfê û lidarxistina lihevanînê, kir.

Merasîma lihevanînê bi lihevhatina her du malbatan bi dawî bû.

(fr)

ANHA