Navên 4 çeteyên li Azerbaycanê hatine kuştin, hatin eşkerekirin

Çavkaniyên ji hundirên bajarê Efrînê ragihandin ku navên 4 çeteyên Sûrî yên ku li Azerbaycanê di şerê li dijî Ermenistanê de hate kuştin, eşkere kirin.

Navên 4 çeteyên li Azerbaycanê hatine kuştin, hatin eşkerekirin
2 cotmeh, 2020   15:04
EFRÎN

Çavkaniyên ji hundirên bajarê Efrînê ya dagirkirî navê 4 çeteyên ku di şerê li Azerbaycanê de hatine kuştin eşkere kirin.

Li gorî çavkaniyan, çete ji bajarê Humis ê Sûriyê ne û di nava çeteyên "Feyleq El-Şam" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de tevdigerin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete û kesên li Efrînê hatine bicihkirin navê wan çeteyên kuştî parve dikin û wêneyên wan li ser tevna civakî belav kirine.

Li gorî çavkaniyan, navê çeteyên hatine kuştin ev in: Yasir Ferzat ji Humisê ye, Mihemed Ehmed El-Şihna ji Cebel El-Zawiyê ye, Kînan Ferzat ji Humisê ye û Bîlan El-Tîbanî ji Humisê ye.

ANHA