KNK'ê ji civaka Êzidî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest

"Li Kurdistanê, ji bo tifaq û tevahî pêwîstiya civaka me her tim bi kesayetiyên mîna Bavê şêx heye. Qedem guhestina Bavê Şêx, ji bo me, ji bo gelê me, ji bo civaka Êzidî windayîyekî mezin e. Cihê wî Bihuşt be."

KNK'ê ji civaka Êzidî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest
2 cotmeh, 2020   11:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata lîderê olî yê civaka Êzidî Bavê Şêx peyamek weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Em bi koça dawiyê ya Bavê Şêx, serokê civata rûhî ya êzidiyan û Extiyarê Mergehê pir xemgîn bûn. Bavê Şêx di sala 1933’yan de hatiye dinyayê û di 87 saliya xwe de di 01.10.2020’an de li nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê qedem guhest û koça dawiyê kir.

Şêx Xirto Hecî Ismail sala 1995 pileya Bavê Şêxiya Êzidiyan werdigre. Ew ji malbatek Kurdperwer e. Bavê wî (Şêx Heciyê bavê Şêx), yek ji endamên çalak yên komeleya Hîwa bû, beşdariyek aktîv di şoreşa rizgarîxwaziya Kurdistanê de kiriye. sala 1975 rejîma bexda malbata wî desteser dike û wan sirgûn û derbeder dike.

Ew birayê Şehîd Hisên bavê Şêx e, ku yek ji endamên konseya serokatiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistan bû û  sala 1978 wî li çiyayên Hekarîyê giyanê xwe ji dest da bû. Birayê wî Ido Bavê Şêx jî, bi salan endametiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kiriye.

Bavê Şêx yek ji sembolên bi hev re jiyan û xweşbîniyê bû. Li Kurdistanê, ji bo tifaq û tevahiyê pêwîstiya civaka me her tim bi kesayetiyên mîna Bavê şêx heye. Qedem guhestina Bavê Şêx, ji bo me, ji bo gelê me, ji bo civaka Êzidî windayîyekî mezin e. Cihê wî Bihuşt be.

Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di serî de serxsaxiyê ji civaka Êzdî, tevaya kurdistaniyan û taybet malbata Xwedê jê razî re dixwazin."